Konferans bi banga yekitiyê ji bo dozên jinan ên hevpar bi dawî bû

Jinên beşdarî 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê bûn banga yekitiyê ji bo dozên xwe yên hevpar kirin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Koordînatorên welatên cuda yên ku beşdarî Konferansa Jinan a Cîhanê bûne destnîşan kirin ku divê hevgirtina femînîst bibe sernavê qonaxeke nû ya hevgirtinê.

Rûniştina dawî ya 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya li Tûnisê bi dawî bû, hat destnîşankirin ku tişta herî girîng a konferansê bidestxistina hevgirtina femînîst e.

Koordînatoran destnîşan kir ku zindîbûna femînîst û hişyarbûna ji pirsgirêkên wan re dê bibe motîvekirina tevgerên femînîst ên cihêreng ên li cîhanê ku ji bo zêdetir maf û destkeftiyan xebatan xurtir bikin û wiha gotin: “Ey jinên cîhanê, em ji bo xatirê xwe bibin yek û xwe birêxistin bikin.”

Dengdan li ser rêziknameyên ku ji aliyê şandeyên beşdarî konferansê bûne hatine pêşkêşkirin ku tê de pirsgirêkên jinan û pêşniyarên guhertinê hene, hat destpêkirin.

Pêşniyara şandeya Kurdên Sûriyeyê ji bo lidarxistina konferansa li pêş li Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dergûşa şoreşa femînîst e, ji aliyê enternasyonalîstan ve hat pêşwazîkirin û ecibandin.

Koordînatoran destnîşan kir ku di konferansê de pêdiviya jinan a bihevrebûnê hatiye dîtin û bal kişandin ku dem hatiye li dijî polîtîkayên qalibên civakê û emperyalîst ên ku jinan tepeser dikin, bi hev re bisekinin.

Koordînatoran behsa êş û azarên jinên Filistînî û jinên Kurd kirin û her wiha behsa sedemên koçkirina jinên Afrîqî kirin.

Di rûniştina dawî ya konferansê de, 3’ê Tebaxê weke Roja Têkoşîna li Dijî Kuştina Jinan a Cîhanê hat ragihandin.

Koordînatorên ji welatên cur be cur teqez kirin ku pirsgirêkê bi reng û zimanên cuda ji çar aliyên cîhanê anîne bi hev re nîqaş kirine.