‘Li dijî komkujiyan em li ser lingan e’

Rêveberiya Navenda lêkolînê ya Jineolojiyê Rojiyana Hisên der barê komkojiya Parîsê de nirxandin kir û got li dijî êrişan ew li ser lingan e.

MÎDYA MİQDAD

Halep – Pêşenga tevgera azadiyê Sakine Cansiz (Sara) û rêhevalên wê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê sîxurên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Bi nêzbûna salvegera 10’emîn a komkujiya Parîsê re, di 23’ê Kanûnê de li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrişek çekdarî pêk hat. Di encama êrişê de endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara, hunermend Mîr Perwer û Aburrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan.

Rêveberiya Navenda lêkolînê ya Jineolojiyê Rojiyana Hisên der barê komkujiya Parîsê de nirxandin kir û diyar kir ku wê gelê Kurd tu caran dest ji xwestekên xwe bernedin û li dijî hemû êrîşan wê têkoşîna xwe dom bikin.

‘Em ê li hemberî êrîşan bisekinin’

Rojiyana Hisên destnîşan kir ku êrîşên dewleta dagirker di destpêkê de li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî gelê Kurd berdewam dike û bi hedefgirtina pêşengên gelê Kurd dixwazin gelê Kurd tune bikin. Rojiyana Hisên da zanîn ku dewleta Tirk jinên pêşeng dike hedef, bal kişand ser yekemîn û dûyemîn komkujiyên ku li Parîsê hatin jiyîn û wiha doman: “Di navbera dewleta Tirk û hevkariyek ya siyasî û aborî heye. Piştî komkujiya Parîsê ya 2013’an em bûn şahidê komkijiyek din. Em ê li dijî êrîş û gefên dewleta dagirker ya Tirk li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bê deng nebin û li dijî êrîşan em ê têbikoşin. Serokomarê Fransa Emmanuel Macron daxuyaniyên ku wê li kêleka gelê Kurd be dabû, rûxmê wê jî em dibînin li dijî gelê Kurd daxwazên ronîkirina kiryaran ji neditî ve tê.”