NASA’yê gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav e keşf kir

Ajansa Hewavanî û Fezayê (NASA) ya DYA’yê ragihand ku gerstêrkeke nû ya bi qasî cîhanê mezin û bi qasî 100 salên ronahiyê ji cîhanê dûr keşf kirine.

Navenda Nûçeyan Ajansa Hewavanî û Fezayê (NASA) ya DYA’yê ragihand ku gerstêrkeke nû ya bi qasî cîhanê mezin keşf kirine. NASA’yê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Peyka Lêkolînkirina Gerstêrka Wêdetir a Derbas Dibe (TESS), li Komstêra Fînmasî (Dorado) li rêgeha xwe ya li “herêma ji bo jiyanê guncav” gerstêrkeke wêdetir a bi qasî cîhanê mezin keşf kiriye.

Hate diyar kirin gerstêrka navê "TOI 700 e" lê hatiye kirin, bi qasî 100 salên ronahiyê ji cîhanê dûr e.