Li dijî îradeya gelê Wanê darbe: Mazbata dan namzetê AKP’ê

OHD’ê, ragihand ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Wanê, mazbata da namzetê AKP’ê Abdulahat Arvas ê di hilbijartinê de têkçû.

Navenda Nûçeyan- Di hilbijartinên xwecihî de namzetê DEM Partiyê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan bi ser ket. Lê Piştî paşavegirtina mafên qedexekirî yên Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, li dijî îradeya xelkê Wanê darbe hate kirin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê mazbata da namzetê AKP’ê Abdulahat Arvas.

‘Em bang hemû kesan dikin li dijî vê bêhiqûqiyê xwedî li vîna gel derkevin’

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê biryar ragihand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê birê Abdullah Zeydan, bi rêjeyeke dengan a ji sedî 55’ê hat hilbijartin. Lê belê darazê li ser fermaneke siyasî, ji bo hilbijartinê du roj mabûn ku pêvajoya îtîrazê xist meriyetê û li dijî îradeya xelkê Wanê darbeyeke siyasî kir û xesp kir. Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê bi biryareke derhiqûqî mazbata da namzetê partiya duyemîn. Em bang li tevahiya endamên xwe, hempîşeyên xwe û raya giştî dikin ku li dijî vê bêhiqûqiyê xwedî li vîna gel derkevin. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.”