Ji 19 baroyan daxuyanî: Hilbejêrên ‘veguhestî’ rûreşiyek e

19 baroyan bertek nîşanî leşkerên veguhestî dan û gotin: “Ev sepanên ku rewabûna hilbijartinê ji holê radikin dê weke rûreşiyek di dîroka demokrasiyê de cih bigrin.”

Navenda Nûçeyan- Di hilbijartinên 31’ê Adarê de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê zêdetirî 40 hezar “hilbijêr” hatin veguhestin. Ev “hilbijêr” jî gelemperî ji bo bajarên bakurê Kurdistanê yên weke Şirnex, Qers, Bedlîs, Colemêrg û hwd. hatin veguhestin. Van kesan yekser bandorê li encamên hilbijartinê kirin. Bi taybetî jî dîmenên van kesên di roja hilbijartinê de li Şirnexê rastiya “hilbijêrên veguhestî” raxist ber çavan. 19 baroyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî “hilbijêrên” veguhestî dan.

Ji 19 baroyan daxuyanî

Di daxuyaniyê de hat gotin ku mudaxeleya bi destên “hilbijêrên veguhestî” nayê qebûlkirin û ev tişt hatin parvekirin:

“Îtîrazên beriya hilbijartinê yên li dijî van leşker û polîsên weke hilbijêr hatin veguhestin hatine kirin ji hêla Lijneyên Hilbijartinê yên Bilind ve hatin redkirin. Lê ji ber bêdengiya YSK’ê ya li dijî vê rewşê, leşker û polîsan li gelek bajar û navçeyan bi komî deng dan û dîmenên wan hatin weşandin. Îtîraza têkildarî hilbijêrên veguhestî li Lijneyên Hilbijartinê ya Navçeyan hatiye kirin jî hate redkirin. Ev îtîraz jî bi hinceta ji bo ewlehiya hilbijartinê hatine hatin redkirin. Lê belê derket holê ku ev leşker û polîs tevli xebatên tedbîrên ewlehiya hilbijartinê nebûne û ji saetên serê sibehê ve bi komî ji bajaran derketine.  Vê jî di raya giştî de rê li ber gumanan vekir.” 

‘Ev yek rûreşî ye’

Baroyan, da zanîn ku mafê bijartin û hilbijartinê mafekî herî bingehîn ê mirovan e û bi leşker û polîsên “veguhestî” re rêgezên hilbijartinên adilane hatine binpêkirin. Baroyan destnîşan kirin ku bi van “hilbijêrên veguhestî” re mudaxeleyî encamên hilbijartinan hatiye kirin û hilbijartin rewa nîn in û wiha hat gotin: “Ev sepanên ku rewatiya hilbijartinê dikin cihê nîqaşê, weke rûreşiyeke di dîroka demokrasiyê de cih girtiye.”

Baroyên ku daxuyaniyê îmze kirin ev in:

Baroya Colemêrg, Edene, Şirnex, Tekîrdag, Semsûr, Isparta, Agirî, Dêrsim, Qers, Wan, Êlih, Mêrdîn, Çewlig, Mûş, Zonguldak, Sêrt, Burdur, Riha û Amedê.