Li dijî hilweşîna jîngehê jin pêşengiyê dikin
Jinên beşdarî Festîvala Pêşangeha Kulîlkan ya Filistînê a 2022’an ku li Şerîda Xezayê hat li dar xistin bûn, diyar kirin ku ji ber êrîşên Îsraîlê xweza zirar dîtiye, ji ber wê jî ji bo axê vegerînin zindîbûna wê ya berê bi pêşengiya jinan dixebitin.

NAGHAM KARAJEH
Xeza – Di çarçoveya çalakiyên Roja Hawîrdora Ereban de, li Şerîda Xezayê bi dirûşmeya "Bi hev re ji bo başbûna kesk” Pêşangeha Kulîlkan ya Filistînê a 2022’an hat li dar xistin. Ji organîzatorên festîvalê Dalia Ebu Marsa bal kişand ser guherîna avhewayê û destnîşan kir ku ji bo pêşîlêgirtina hilweşîna jîngehê û misogerkirina domdariya jîngehê festîvaleke wiha hatiye li dar xistin. Dalia Ebû Marsa ya da zanîn li xwezayê zerareke cidî tê jiyîn, diyar kir ku weke jinên Filistînî armanca wan ew e ku di çarçoveya festîvalê de li hemberî xwezayê hestiyariyek ava bikin.
Jin pêşengiya pêşketina aborî dikin
Dalia Ebû Marsa diyar kir piraniya karkerên şitlên çandiniyê jin û zarokên keç in û wiha axivî: “Jinên Filistînî li dijî dagirkeriya Îsraîl timî di nava berxwedanekî de ne, ji ber vê pêşengiya pêşketina aborî û civakî jî dikin. Di hin civakan de destûr nayê dayîn ku jin bixebitin. Bi taybetî di civakên eşîrî de jin ji gelek aliyan ve tên astengkirin. Nêzîkatiyek ku wekî mijulbûna bazirganî tenê yekdestdariya mêran e derdikeve holê. Jin wekî qels tên dîtin û destûr nayê dayîn ku beşdarî jiyana xebatê bibin.”
Jin li dijî dagirkeriyê xwezayê diparêzin
Yek ji jinên beşdarî festîvalê Tatîana Ebû Odeh jî dest nîşan kir ku şer zirar didin li xwezayê. Tatîana Ebû Odeh anî ziman jinên ku bi xwezayê re yek in, ji bo parastina xwezayê têdikoşin û wiha diyar kir: "Heta niha çavkaniyên debara jinan ji aliyê Îsraîlê ve hat tunekirin. Jinan ji ber dagirkeriya Îsraîlê gelek binpêkirina mafan dijîn. Ji ber vê yekê piştî her êrîşa li ser Şerîda Xezayê tê kirin, em wekî jin ji bo ji nû ve zindî kirina axê dixebitin.”
“Divê ji bo jinên cotkar navend bên avakirin”
Tatîana Ebû Odeh bal kişand ser pirsgirêkên jinên di qada çandiniyê de dixebitin, di berdewamiya axaftina xwe wiha got: “Jin di qada çandiniyê derastî newekheviya zayendî tên. Divê ji bo jinên cotkar navend bên avakirin û divê di van navendan de jin bên îstîhdam kirin, gihandina wan a çavkaniyên xwezayî bê misogerkirin, mafên wan bên parastin û di aliyê aborî û civakî de bê hêzkirin.”