Emîne Şenyaşar: Ger kurê min were malê, em jî dê biçin mala xwe

Malbata Şenyaşar ji bo dosyaya nexweşxane ya ku piştî 4 sal îdianameya wê hat amadekirin got “Daxwaza me qismî hat pêkanîn” ev peyam parvekir: “Ger kurê min were malê, em jî dê biçin mala xwe.”

Riha – Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûsê hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê cerdevan û xizmên Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hat qetilkirin û Ferît Şenyaşar ê ku ji êrişî birîdar rizgar bû di roja xwe ya 588’emîn de ye.

Malbata Şenyaşar di saetên serê sibehê de hat pêşiya Edliyeya Rihayê û pankarta “Edalet ji bo Malbata Şenyaşar” hilayîste blokên beton.

Li aliyê din di lêpirsîna ku der barê qetilkirina malbata Şenyaşar a li nexweşxaneyê hat jiyîn de tê meşandin de, biryara nepenîtiyê hat rakirin û îdianame hat amadekirin. Di dosyaya nexweşxaneyê de bi sedema qetilkirina Haci Esvet Şenyaşar û Adil Şenyaşar û birîndarkirina Ferît û Mehmet Şenyaşar, ji bo 19 kesan daxwaza girtinê hat kirin. 

Ger kurê min were malê, em jî dê biçin mala xwe

Emîne Şenyaşar ku tevî hemû astengiyan jî Nobeta Edaletê ya li pêşiya edliyeyê didomîne, têkildarî îdianame û nobetê axivî. Yek ji daxwazên Nobeta Edaletê jî vekirina dosyaya “Nexweşxaneyê” bû û derheqê mijarê de dayika Emîne Şenyaşar wiha got: “Qismekî vê daxwaza me pêk hat. Daxwaza me ya din jî ew e ku kurê min Fadil were berdan ku zêdetirî 4 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Divê kurê min di çarçoveya mafê rewa yê parastinê de bê darizandin. Ez edaletê dixwazim. Kurê min ev zêdetirî 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Bila kurê min berdin. Du kurê min tevî bavê wan qetil kirin. Xwestin hemû kurên min qetil bikin. Heta ku kurê min neyê malê, ez ê dev ji nobetê bernedim. Ger kurê min were malê, em jî dê biçin mala xwe.” Emîne Şenyaşar wiha got: “Dibêjin ku qeydên kamerayan hatine dizîn lê ez bawer nakim. Bila wan qeydan derxîninin. Heke sûcekî zarokên min hebe, bila wan jî derxînin. Di doza kargehê de her tişt bi zelalî dernexistin holê. Zarokên min bi neheqî û derhiqûqî hatin qetilkirin. Zilma li me hatiye kirin li tu kesî nehatiye kirin. Heta ku kurê min tê berdan jî ez ê dev ji nobeta edaletê bernedim. Heke bimrim jî bila mirina min li vir be.” 

"Hin zêdetir taloq nekin”

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyayê hesabê Wezîrê Dadê yê Tirk Bekîr Bozdag etîket kir û parvekirin kir: “Der barê doza me ya ku ji aliyê raya giştî ve tê xwedî derketin de gavên hiqûqî tên avêtin. Di doza ku destpêkê wekî kiryar nediyar hat dîtin, piştî 4 salan ji 14 BERSÛCAN RE 2 CARAN CEZAYA MUEBET tê xwestin. Dayik dixwaze kurê xwe yê bêheq hatiye girtin bigre û here malê. Vê daxwazê hin zêdetir taloq nekin...@bybekirbozdag.”