Li dijî êrîşên dewleta Tirk ji 32 saziyan daxuyaniya hevbeş

Bi îmzaya 32 rêxistinên ekolojî, partiyên siyasî û saziyên civaka sivil, bi daxuyaniyek hevbeş êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û banga heqiqet û parastina azadiyê kirin.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk ya dagirker di şeva 19’ê Mijdarê de li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriye û Başûr êrîşa hewayî pêkanî. Li dijî van êrîşan li welat rêxistinên civaka sivîl helwest nîşan dan. 

Gelek sazî û rêxistinên Ekolojiyê yên Tirkiye daxuyaniyeke nivîskî bi sernavê ‘Şer hilweşandina ekolojîk ya herî mezin e’ dan û bertek nîşanî êrişa hewayî ya Tirkiyeyê ya li dijî Bakûr û Rojhilatê Surye dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mafê hemû zindiyan yê jiyanê heye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îxtidar di her pêvajoya têkçûnê de bi polîtîkayên şer bombeyan bi ser gelan de dibarîne. Em êrêşên li dijî Rojava qebûl nakin. Îktidar dixwaze ser sûcên xwe jî veşêre. Em wek rêxistinên ekolojiye dibêjin şer talankirina herî mezin ya şer e. Em wek parêzvanên mafên xwezayê û jiyanê bi wêrekî heqîqetê û aştiyê diparêzin.” 

‘Em bi fikarin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 13’ê Mijdarê de êrîşa li cadeya Istiklal ya taksima Stenbolê li gel tesbît û nakokiyên ku piştî êrişa bombeyî ya li Taksîma Stenbolê derketibûn holê jî dewlet rastiyan berovajî dike û wiha dom kir: “Hewildanên desthilatê yên ji bo rastî dernekeve holê li ruxmê ewqas birçûbûn û xizaniyê jî polîtakayên xwê yên şer û êrîşan berdewam dike. Bi nêzbûna hilbijartinan dethilatdar weke di pêvajoya 2015’an de bi hêceta ‘ji milê Surye 8 fuze avêtin vi alî’ hêceta şer derxist. Ev yek niha jî dom dike ji ber vê yekê em gelek bi fikarîn. Desthilatdar di her pêvajoya windakirinê de destbi polîtakayên xwe yên şer dike û li ser gel bobayan di rijîne û eve hewildanên derbaz kirinê ne.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandina li ser êrîşên 19’ê Mijdarê û wiha dom kir: “Di êrîşên hewayî de êrîşî nexweşxane, cihên tendirûstî û tesîsên elektirîkê kirine, bi dehan sivilan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn û di heman demê de bi hêjmarek neyê zanîn lawir jê zerer ditin.

‘Em li kêleka aştiyê ne’

Di berdewamiya daxuyanî de ev bang hatin kirin: “Li beramberî vê desthilata dest bi xwîn û bi polîtakayên şer xwe li ser lingan digre, em bi biryarin dengê xwe li kêleka heqîqetê bi karbînin. Desthilatdar bi taybet di torên civakî de li dijî şer daxuyaniyên trol yên artêşê didin û dixwazin ew sûcên şer yê ku tê kirin veşêrin. Em parêzvanên xweza û jiyanê em dizanin pêwistiya herî giring ya xweza û jiyanê aştiye. Em li dijî polîtakayên şer û êrîşên li Rojavane û em li kêleka aştî û biratiya gelanin. Em li dijî desthilata ku li beramberî axftinên ku aştî têde derbaz dibe û li dijî van polîtakayên qirêj bang li partiyên muxalîf, sendîka, rêxistinên demoqratîk, odayên pişeyî, rêxistinên ekolojî, hemû parêzvanên xweza û jiyanê yên navnetewî û navdewletî dikin ku bi cesaret heqîqet û aştiyê bi parêzin.”

Saziyên ku metna daxuyaniyê imza kirin wihane:

Anarka, ArÇeP, Platforma Hawirdorê Artur, Platforma Hawirdorê ya Bakirtepe, Kolektîfa Avê ya Bûrsayê, Odeya Endezyarên Hawirdorê, Buroya Şêwirmendiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Enqere, Zarokên Xwezayê, Yekîtiya Ekolojiyê, Komeleya Ekolojiyê (Amed), Ekoloji, GEYDER Gökov Polîtîka. Komeleya Jiyanê, Komeleya Jiyana Ekolojîk a Gokova, Rêveberên HDK'ê yên Enqereyê, Meclîsa Ekolojiyê ya HDK Çanakkale, Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê, Hevgirtina Edaleta Avhewayê, Înîsiyatîfa Piştevaniya Karakoçanê, Komeleya Parastina Mîrateyên Xwezayî û Çandî yên Kazdagları, Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Desteya Ekolojiyê ya Mûnzûrê, Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê, Komîsyona Ekolojiyê ya SYKP, Piştevaniya Tarlabaşi, TOM, Van ÇevDer, Rêwiyên Jiyan û Piştevaniyê, Foruma Nû Foça, Kolektîfa Ekolojiya Erdê, Ekolojiya Berxwedana Kesk, Rojnameya Ekolojî ya Berxwedana Kesk û Jiyan, Platforma Ekolojiyê ya Zîlan.