Li Dêrazorê zarokek bi mayina DAIŞˊê jiyana xwe ji dest da

Di teqîna bermayiyeke çeteyên DAIŞ'ê li rojavayê Dêrazorê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 4 zarokên din jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Li bajarokê Cîa yê rojavayê Dêrazorê bermayiyeke DAIŞ'ê bi komeke zarokan de teqiya. Li gor agahiyên ajansa ANHA’yê di encama teqînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 4 zarokên din jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku 2 zarok ji bo nexweşxaneya Firat a bajarokê Sifîra Tehtanî (Jêrîn) û 2 zarokên din ji ber rewşa wan a dijwar ji bo nexweşxaneyên bajarê Reqayê hatin veguhastin.