Li ser rola rojnamegerên jin di guhertina civakê de komxebatek hat li darxistin

Yekîtiya Ragihandina Jinê bi boneya 8’ê Adarê komxebatek bi dirûşma “Rola rojnamegerên jin û xebatkarên çapemeniyê di guhertina civakê de” li dar xist.

Qamişlo- Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan Cîhanê Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) komxebatek bi dirûşma “Rola rojnamegerên jin û xebatkarên çapemeniyê di guhertina civakê de” li parka xwendinê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist. Di komxebatê de du hîmên girîng wek Rola Jin di ragihandina azad de û girîngiya bi rêxistinkirina wê di wê warê de, her wiha rola rojnamevanên jin ji holê rakirina hişmendiya mêr de û awayên çêkirina şoreşekî di wî warî de guftûgo kirin. Di komxebatê de rojnamevanên jin amade bûn.  

Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) di 28’ê Hezîrana 2020’an de konferansa xwe ya 3’emîn li dar xistin û di wê konferansê de Ragihandina Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekîtiya xwe ragihand. YRJ’ê avabûna xwe di şopa rastiyê de bibe dengê şoreşê û pêşengê avakirina Paradigmaya Neteweya demokratîk ragihandibû. Niha hemû rojnamevanên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ)’ê de cihê xwe digirin.

Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpêkir. Paşê sînevîzyonek têkildarî avabûna YRJ’ê û kar û xebatên ku di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine kirin hate nîşandan.

‘YRJ nasnameya jinên rojnamevan e’

Mijara yekem a Komxebatê Rola jin di ragihandina azad de û girîngiya bi rêxistinkirina wê di wê warê de Rojnamevan Nalîn Dîcle wiha şîrove kir: “Em di serî de di şexsê Gurbet Ellî Ersoz û Şevîn Bîngol de hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin. Rola rêxistinbûnê ji bo me çiye? em dixwazin ser rawestîn. Bi salane li Rojavayê Kurdistanê di aliyê ragihandinê de ezmûnek çêbûye û bi saya vê komxebatê me xwest cardin balê bikişînin li ser rêxistinbûna rojnamevanên jin. Bêrêxistinbûn tu kar nayê meşandin, tevlîbûna ferd çêdibe, lê rêxistinbûn nebe nîvço dimîne. Me pêwistî dît ku em di qada ragihandinê de bi rêxistinî tevbigerin. Divê em wek rojnamevanên jinê, polîtîkaya weşanê de fikir û ramanê jinê serwer bikin. Ji bûyerên dîrokî bigire, heta ya rojane bi mêzekirina jin mêze û şîrove bikin. Bi şoreşê re ragihandin jî pêş ket. Di serî de wek nivîskî paşê radyo, tv, rojname, kovar û ajans çêbûn. Ev hemû berhêmên rêxistinbûna jinê di qada ragihandinê de ye. Divê pêvajoya şoreşê de gavên mezin ji aliyê jinan ve hatin avêtin. Rêxistinbûna me ya jin di serî de RAJIN Rojava bû ku di 2014’an de çêbû ku pêşengtiya wê Şevîn Bîngol kir. Konferansa 2’emîn di 2016’an de çêbû ku di wê demê de RAJIN Rojava bû. Li gel sazîbûna jinan ji bo fermîbûnê yekitiya xwe di 2020’an de ragihand û bû YRJ. YRJ nasnameya jinên rojnamevan e. Armanca YRJ a sereke ewe ku bikaribe bibe alternatîf, midaxele, sererastkirinê, li ser tevahî civakê serwer bibe û guhertinan pêk bîne.”

‘Rojnamevana Jin hişmendiya civakê digohêrîne’

Mijara duyem ku rola rojnamevanên jin ji holê rakirina hişmendiya mêr de û awayên çêkirina şoreşekî di wê warî de ji aliyê Rojnamevan Bêrîvan Xelîl wiha şîrove kir: “Komxebatên wiha girîngiya wê heye ku em yekitiya xwe çêbikin. Di hemû cîhanê de jin jiyana ku dijî çiye? divê em li ser bisekinin. Pergala mêr li ser jinê ji her aliyan ve tê meşandin ku civak bi hişmendiya mêr tê meşandin. Tundiyên mezin li ser jinê heye ku ji cil û berg, axaftin, nêzikatiyên bav mezin dibe. Di civaka xwezayî de jin pêşeng bû û karê xwe hemû xwe bi xwe dikir. Jin ji hemû karên heyî de hatibû qutkirin ku vê  hişmendiyê jin bi  xwe jî nedizanî. Jin ne tenê di ragihandinê de ji hemû karan hatibû dûr xistin. Nasname û hebûna jin tunebû wek teşe hebû. Di nava civakê de jin çawa beşdarî ragihadinê bû? Tevlîbûna jin ji ragihandinê re şoreş bi xwe bû. Îro jin di qada ragihandinê de dibe eynika jinê. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê rolek girîng di aliyê ragihandinê de leyîst. Ev şoreş bû firset ku jin ji bo doza xwe kar bike. Dema şoreş nû çêbû û RAJIN hate avakirin, yekem hat xwestin ku him civakê bigohêrînin him jî kesayeta xwe avabikin. Jina rojnamevan hişmendiya civakê digohêrîne.”

Komxebat bi nêrînên jinên rojnamevanên jin bi dawî bû.