Li Curnê Reş dê hilbijartin dîsa bê lidarxistin

Ji bo navçeya Curnê Reş ku DEM Partiyê şaredariya wê bi dest xistibû, li ser îtîraza AKP’ê ya ji bo 15 sindoqan biryar hate dayîn ku hilbijartin jinûve were lidarxistin.

Navenda Nûçeyan-Mudaxileya li dijî îradeya gelê Kurdistanê li gelek bajaran didome. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Şaredariya Curnê Reş a Rihayê bi dest xistibû û dê hilbijartin jinûve bên lidarxistin. AKP’ê li dijî 15 sindoqan îtîraz kir û Lijneya Hilbijartinê ya Bajar jî biryara nûkirina hilbijartina da.