Dê MYK’a DEM Partiyê civîna xwe li Wanê li dar bixe

Piştî ku mafên qedexekirî yên namzedê hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê paşve hatin girtin, MYK’a DEM Partiyê biryar da ku civîna xwe li Wanê li dar bixe.

Navenda Nûçeyan- Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî ku li ser fermana Wezareta Dadê mafê qedexekirî yên namzedê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan paşve hatin girtin, biryar da ku sibê li Wanê bicive.

Partî dê civîna xwe li Enqereyê li dar bixista lê biryar da ku li Wanê li dar bixe.