Li cîhanê tenê 7 welat li gor standartên qalîteya hewayê ye

Li gor rapora rêxistina tendirûstiya Cîhanê (WHO); 134 welat û li herêmê tenê 7 jê li gor standartên qalîteya hewaya navnetewî ye. Hewaya herî qirêj ya cîhanê Pakîstan hate tesbît kirin, piraniya bajarên herî qirêj li Hindistanê ye.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê (WHO);rapora welatên cîhanê li gor standarta qalîteya hewayê ye yan ne lêkolînkirin weşand. Li gora raporê; 134 welatên hatîn lêkolînkirin li herêmê tenê 7 jê ji ber erebe, kamyon û amûrên endustriyek parçeyên biçûk ên ketin ji derve li gor limîta WHO ya diyarkiriye. Ev welat; Avustralya, Estonya, Finlandiya, Grenada, Îzlanda, Mauritius û Yeni Zelanda ye.

Li gor Saziya kaliteya hewayê ya Îsviçre IQA; piraniya welat , dema hewa digrin dibe sedemê pirgirêkên tendirûstiyê û mirinê, mikroskopikên biçuk ya ji muyê pora mirovan biçûktir curê ‘PM2.5’ standarta hatî diyarkirin pêknayne.

Hewaya herî qirêj ya cîhanê li Pakistanêye

Pakistana ku weletê herî qirêj asta PM2.5 li gora standartên WHO 14 qat zêdetire. Hindistan, Tacikistan û Burkina Faso weke welatên xwedî hewaya herî qirêj hatin diyarkirin. Ev demek dirêje li cihana Rojava Kanadaye ku difikirîn welatê xwedî hewaya herî paqije, ji ber di asta rekorê şewitîna daristanan sala bûrî di aliyê ‘PM2.5’ de welatê herî xirabe.

Li Çînê başbûna qalîteya hewayê pêktîne, sala bûrî piştî şewba covîd 19, ji ber pêvajoya komkirina aboriyê hate rawestandin. Li Çînê di pîvanên herî dawî de asta PM2,5 de ji sedan 6,5 zêdebûn hate tesbîtkirin.

Piranî bajarên herî mezin yên qirêj li Hindistanê ye

Ji ber qirêjiya hewayê, li seranserî cîhanê salê nêzî 7 milyon mirov jiyana xwe ji dest didin. Li gor rapora IQAîr; li ser cîhanê piraniya bajarên hewaya yê qirêj li Hindistanê ye. Ji van bajaran 83 jê li Hindistanê. Di giştî Hindistanê de 1,3 milyar mirov, ji sedan 96’ê nifusê, di direktîfa WHO de ji yê hatî diyarkirin 7 qat zêdetir hewaya qirêj jiyan dike.

Li Tirkiye bajarê hewaya wê paqij nîne!

Li giştî Tirkiye, hewaya qirêj li gora standartên WHO weke 4 qat tên pîvan. Li bajarên ku ji erdhejê bandor bûye ev ast heta 7,5 qat zêde bûye. Li herêmên erdhejê qirêjiya hewayê, ji ber toza xirbeyan û ji bo germkirinê di hewaya vekirî de agir pêxistin li ser limîtên navneteweyî ketiye. Li Tirkıye li gor standartên WHO bajarê hewayê wê paqij nemaye. 5 bajarên hewayê wê herî qirêj Êlih, Îdir, Agirî, Şirnex û Meleti ye.