‘Hêvîdar im ku roj were tu jin ji ber ku jin e rastî zextê neyê’

Jinên ku di metroya Tehran-Karajê de wek firoşkarên seyar dixebitin rastî tacîz, şer, dizî, ruşvet û gelek pirsgirêkên din tên û dibêjin, "Hêvîdar im ku roj were ku tu jin ji ber ku jin e, rastî zextê neyê.”

SARA ZARE

Karaj- Dema ku metroya Karajê ket xizmetê, belkî kesî nedifikirî ku ev veguhestina giştî bibe bazarek mobîl. Hejmara firoşkarên ku di van vagonên metal de dixebitin bi qasî hejmara rêwiyan in. Mêr, jin, kal û pîr ji vagonekê diçin vagonekî, ji trênekê diçin trênekê, bi çenteyên tijî di destê wan de çi hebe difroşin. Firoşkarên seyar piranî jin û zarok in.

5 sal e li metroyê firoşkar e

Yek ji wan jinên firoşkar Farideh L. a 49 salî ye û dayika 3 zarokan e. Ferîde L. di axaftina xwe de behsa zehmetî û aloziyên kar kir wiha got: “Zêdetir e pênc sale ku ez vî karî dikim. Bi rastî jî piştî mirina hevjînê min ku di şirketekê de karmendê xizmetguzariyê bû, heya demekê meaşê wî nedan me, ji ber wê jî ez neçar bûm ku ji bo debara jiyana xwe wek firoşkarê seyar bixebitim û heman kar berdewam bikim. Ez her roj seet 07.00 diçim metroyê û li gor firotinê ez heya şev li metroyê dimînim. Carnan ji ber westandina zêde, êşa pişt û lingê karê xwe zû ber didim. Ji ber ku ez pir li ser lingan dimînim pirskirêka êşa pişt ên kronîk û varîs dijîm.”

‘Li şûna ku bibin alîkar astengî derdixînin’

Farideh L.  Diyar kir ku gelek zehmetî û pirskirêkên firoşkariya seyar heye  û wiha pê de çû: “Berî her tiştî parastina kar nîne. Dibe ku her deqe parasvanên metroyê werin kelûpelên te bigrin. Sala borî heman tişt hat serê min jî, hrtiştê min girtin. Şuna ku dewleta alîkarî bîde me hîn zêdetir astengiya derdîxîne. Ya duyem jî ger tu rojek jî neçî kar nabe. Sîxorte û mûçeya teqawîd nîne. Piranî em firoşkarê seyar firavînê li metroyê dixwin. Buhayê kirîna xwarinê ji derve jî zêde ye û em nikarin debara xwe bikin. Ji ber vê yekê em firavînê bi xwe re ji malê tînin. Ev pirsgirêk bi taybetî di mehên zivistanê de xwe dide der û rehetî nemaye. Ji ber ku cihê me ji bo wê nîne. Ji xeynî van pirsgirêkên mezin û biçûk ên din jî hene. Carinan em bi mişteriyên dibin sedema şer mijûl dibin. Pirsgirêkên weke şer û pevçûnên di nav firoşkarên seyar de, pirsgirêkên weke şer, xeletiyên di hesab û pirtûkan de, dizî, rûşvet dane rayedaran.”

'Rayedar jinan tacîz dikin'

Farideh L.  balê dikişîne ser pirsgirêkên jinan û dibêje: “Ev pirsgirêk pirsgirêka her kesî ne, lê pirsgirêkên din jî tenê pirsgirêkên jinan in. Em, firoşkarên jin ên seyar, hem ji aliyê muşterî û hem jî ji aliyê rayedarên metroyê ve rastî tacîzê tên. Bi rastî, gelek caran rayedarên metroyê jin û zarokên keç ên firoşkarên seyar tenê bi mebesta tacîzkirinê digirin. Bi taybetî jinên ciwan digirin. Ev bûyeran dibe sedem ku em jin hîn zêdetir  bêbawer hîs dikin. Sala borî ez û jineke din bi yek ji van memûrên metroyê re ji ber nîzîkatiyên wî yên hovane li hember keçeke ciwan şer kirin. Piştî demekê heman memûr dest danîn ser tiştên min. Lê ti pirsgirêk nîne. Ji ber ku divê em fêrî rawestana li ber zilmê bibin. Ez nikarim di van rewşan bêdeng bimînim.”

'Divê em bibin yek'

Farideh L.  anî ziman ku jin li hemberî hev ne berpirsyar, hişyarin nakin û nikarin bibin yek û wiha got: “Mixabin ji ber reqabeta di navbera firoşkarên seyar de yekitiya wan zêde nîne. Divê em li dijî pirsgirêkên wiha bibin yek. Bê guman, gelek firoşkarên seyar niha zêdetir bi hev re eleqedar dibin. Bi taybetî piştî bûyerên ku ji sala par ve di nav civakê de û di derbarê jinan de diqewimin... Empatiya di navbera jinan de bi rastî zêde bûye. Sempatî û piştgiriya gel zêde bû. Bi dîtina min di sal û nîvê dawî de gelek tişt hatin guhertin. “Berê ne bi vî rengî bû, lê niha jin ji her demê zêdetir yekgirtî û wêrektir in.”

'Divê cesaret di jinan de bê afirandin'

Farideh L.  amaje bi wê yekê jî dike ku berî çend salan yekîtiyeke wiha tunebû û wiha bi dawî kir: “Eger çend sal berê pirsgirêkek hebûya, me wê cesaret û yekîtî nedidît ku em li ber xwe bidin. rewş pir cuda ye, jin dest bi haydariya maf û şiyanên xwe kirine. Ew dizanin ku gava ku ew bi hev re ne xwedî hêzek mezin in. Niha dema ku xwe nêzî yek ji jinan dikin, yên din piştgiriya wê jinê dikin. Divê wisa be, divê ev cesaret di jinan de bê afirandin. Du keçên min ên ciwan jî hene û ez bi hemû hêza xwe hewl didim ku wan bi vî awayî mezin bikim. Helbet nifşê nû ji me pir hişyartir û wêrektir e. Ez hêvî dikim ku ew roj were ku tu jin ji ber ku jin e, zextê nebîne.”