Li Cezayîrê pêşangeha pirtûkan a Ereban hat vekirin
Bi beşdarbûna 81 weşanxaneyan, bi giştî ji 15 hezar pirtûkan zêdetir pêşangeha pirtûkan a Ereban li Cezayirê hat vekirin.

NECVA RAHÎM
Cezayir- Li Cezayirê li qesra çanda Moufdî Zakariya ji 27’ê Cotmehê heta 4’ê Mijdarê bi koordîneya wezareta çand û hunerê, sendîkaya weşanên pirtûkên navneteweyî pêşangeha pirtûkan a Ereban hat vekirin. Di salonê de ji weşanxaneyên Lubnan, Urdun, Misir, Emirlik, Tunus, Sûriye û Erebistana Siûdê jî di nav de, bi giştî 81 weşanxane beşdar bûn û bi giştî 15 hezar pirtûk tên dîtin.
Di salona pirtûkan a Ereban de rojnameger û nivîskara Cezayirî Selîma Melizî jî beşdar bû û ji ajansa me re axivî wiha got: “Li Cezayîrê bi nivîsên femînistan, li dijî tiştên ecêb ên kevneperestiyên civaka Cezayîrê me seknek rast nîşan da. Di van demên dawî de weke nivîskar bi taybetî belavbûnên di malperên parvekirinên civakî de, me van astengiyan hemû derbas kir. Di torên civakî de di wateya nasandina nivîsan de bû derfetek mezin. Nivîskarên Cezayîrê di qada edebiyat û medyayê de hebûna xwe îsbat kirin.”
Li gorî berê astengî kêmtir e
Salima Melizî der barê tercîha nivîsên Erebî Firansî de jî wiha got: “Piraniya girseya xwendevanên min ji ciwanan pêk tên. Bi taybetî xwendevanên medyayê yên Zanîngeha Diller, medya û zanista ragihandinê li Bouzareah di nava girseya min a xwendevanan de ye. Jin weke nivîskar rastî pirsgirêkên ku tên, bi taybetî jinên Cezayîrê li gorî salên borî li hemberî wan astengî kêm in.”