Di cînayetên jinan de ji sedî 88 zêdebûn heye!
Di 10 mehên 2022’an de 275 cînayetên jinan hat tesbîtkirin. Di meha Cotmehê de 34 jin hatin qetilkirin. Mirina 26 jinan jî bi awayek guman ket qeydan.

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê kuştinên jinan bêvavber berdewam dike. Platforma Em ê Kuştina Jinan bisekinînin (KCDP) daneyên meha Cotmehê aşkera kirin û diyar kirin ku di 10 mehên îsal de 275 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin. Li gorî daneyan tenê di meha Cotmehê de 34 jin hatin qetilkirin, ji wan jinan 20 jê bi guleyan hatin kuştin, ev rewş jî ji ber bêkontrolkirina biçekbûnê hatiye vê astê.
Ji sedî 88 zêdebûn heye
Hinceta mêran a cînayetê di rêza yekem de neqebûlkirina jinan a têkilî û zewacê de cih digre. 18 jin ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicîne ve hatin kuştin. Ji jinan 20 jê di mal de, 7 di kolanan de hatin qetilkirin. Di sala 2021’ê de li gorî meha Cotmehê di heman meha îsal de kuştina jinan ji sedî 88 zêde bûye.
Mirina 26 kesan bi guman e
Di meha Cotmehê de mirina 26 jinan bi guman e ket qeydan. Platformê di daxuyaniya xwe de ev yek da zanîn: “Li şûna wezîrê navxweyî çend jin, ji ber çi, çawa û ji aliyê kê ve hatine kuştin diyar bike dibêje kuştina jinan bi daneyên xelet hatine amadekirin û rastiyan berovajî dike.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser neparastina jinan û wiha gotin: “Jin ji bo xwe biparêzin serî li dewletê didin lê belê rayedar erkên xwe bi cih naynin. Di sala 2022’an de jinên ku hatine kuştin ji sedî 7 (19 jin) ji aliyê failên ku biryara dûrketina ji malê ji wan re hatibû girtin ve hatin qetilkirin.”