Li Bexdayê konferansa navdewletî ya jinên Iraqê dest pê kir

Bi dirûşma ‘Bi vîna azad a jinan em li hemberî jenosîda Şengalê têdikoşin’ wê konfransa navdewletî ya jinên Iraqê bi pêşengiya TAJÊ li ser qirkirina jinan bi taybetî jinên Êzidî dest pê bike û hemû jin berê xwe didin hola konferansê.

Bexda- Îro 30’ê Tîrmehê, wê li hola Otêla Bexda li bajarê Bexda yê paytexta Iraqê konfaransa navdewletî ya jinên Iraqê li ser qirkirina jinan û weke mînak jinên Êzidî bi dirûşma ‘Bi vîna azad a jinan em li hemberî jenosîda Şengalê têdikoşin’ were lidarxistin û jin jî ber bi hola konferansê ve ketin rê.  

Jinên Kurd, Ereb, Êzidî bi cil û bergên xwe yên çandî berê xwe didin hola konferansê. Wê goftûgo der barê qirkirina li ser jinan di dîroka Iraqê û di sedsala 21’ê de werin kirin. Di destpêkê de di pêşangeha fotoyên rojên fermana 74’an û rewşa jin û zarokan were nîşandan.

Konferans ji pênc panêlan pêk tê:

Panêla yekem der barê qirkirina jinan weke mijara sereke heye, pirsên qirkirina jinan çi ye? Sedem û armanca wê çi ne? dê werin kirin.

Panêla duyem der barê qonaxên êrîşên di 3’ê Tebaxa sala 2014’an û hewldanên ji bo dubarekirina vê rewşê de ye.

Panêla sêyem der barê sedemên êrîş û qirkirina jinan li Iraqê de ye.

Panêla çarem der barê berpirsyariya hikumeta Iraqê û rêxistinên navdewletî de ye.

Panêla pêncem di derbarê pêşniyar pirojeyên Îraqê ya demoqratîk û azadiya jinan weke li dijî cînosayt û qirkirina jinan de ye.