Li Bexdayê dayîk û 2 keçên wê hat qetilkirin
Di bin rûpoşa bav, bira, hevjîn de kûştina jinan a ji aliyê mêr dewletê ve didome. Hat ragihandin ku li Bexdayê dayîk û 2 keçên wê hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li gel polîtîkayên şer, pevçûnê ya li Rojhilata Navîn tê kurkirin, polîtîkayên kuştina jinan jî di bin rûpoşa bav, bira, hevjîn de roj bi roj kûrtir dibe.
Wezareta Karê Hundirin a Iraqê ragihand ku li herêma Kazmiye ya bakurê Bexdayê ciwanekî dayik û 2 xwişkên xwe kuştin.
Wezareta Karê Hundirin a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Kazmiye ya bakurê paytexta Iraqê Bexdayê ciwanê bi navê ‘Elî Mecîd Haşim’ duh dayik û 2 xwişkên xwe kuştin.
Li gorî malpera Iraqiyenewsê sedema kuştinê parvekirina mîras bû û bikuj berbi cihek nediyar revî ye.