Amadekariyên jinên Efrînê yên zivistanê dest pê kir

Jinên ku ji bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê neçarî koçberiyê bûne, bi çêkirina xwarinên weke melas û tiriyê hişkirî hewl didin vê mîrateya ku ji mezinên xwe hîn bûne biparêzin.

RUPARÎN BEKIR

Şehba – Jin çand, urf û adetên ku ji dayîk û dapîrên xwe hîn bûne, didomînin. Jinên Efrînê yên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên paramîlîter de ye, ji ber binpêkirinên ku hatin kirin, neçar man koçî Şehbayê bikin. Jin li vir xwarinên kevneşopî yên wekî sosîsên gûzê ku di çarçoveya amadekariyên zivistanê yên li Efrînê de çêdikin, amade dikin.

Bikaranîna hilberîn xwezayî

Sînem Habaş a ku 5 sal in ji gundê Baadîna yê navçeya Racoyê koçber bûye got, “Herêmên me bi darên tirî û zeytûnan navdar in. Em tirî, melas û gelek xwarinên din ên navdar çêdikin. Ev her sal beriya zivistanê di vê demê de tê kirin. Ji ber xwezaya xwe ya xwezayî gelek feydeyên wê hene. Ev xwarin ji bo kêmxwîniyê baş in û hem jî hestiyan xurt dikin.”

 Sînem Habaş, anî ziman ku li gel ku ji cih û warên xwe bûne jî çêkirina van xwarinan berdewam dikin û got, "Armanca me ew e ku em çand û edetên ku ji mezinên xwe dibînin biparêzin."

Meşlûrên bi guz û findiqan

Wedad Îbişê keça Sînem Habaş a ku di amadekirina van xwarinan de alîkariya dayika xwe kir û di çêkirina xwarinê de bû hosta, destnîşan kir ku koçberiya wan rê li ber parastina kevneşopî û adetên xwe nagire. Wedad Îbis der barê madeyên ku di van xwarinan de tên bikaranîn jî bi gotinên “Em tirî diqelînin, dizivirînin û paşê didin ber agir. Em jê gelek xwarin çêdikin. Ji bo çêkirina wê jî em tîrêjên rojê bikar tînin. Em gûzan li bendikê dixin. Du celeb hene. Di ya din de em findiqan bi kar tînin. Dûv re em têkelê ku gûzên ji ava tirî û nîşa hatî çêkirin dipêçe amade dikin. Paşê em fistiq an jî gûzan dixin ava tirî û dihêlin ber tavê” behsa amadekariyên zivistanê kir.