Efrînê veguherandin navenda îşkence û tecawizê

Piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê, jinên ku piştî desteserkirinê weke “emanet” tên penasekirin, li navendên ku lê tên girtin rastî îşkenceya zayendî û destdirêjiyê tên.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk 5 sal e êrişên xwe yê li dijî bajarê Efrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Piştî êrişên ku di 20’ê Çileya 2018’an de destpê kir û heyanî 18’ê Adara heman salê dom kir, bajar ji aliyê dewleta Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wî ve aht dagirkirin. Piştî êrişên dagirkeriyê Efrînê veguherandin navenda îşkence û tecawizê. 

Li gor nûçeya ANHA’yê li navçe û gundên Efrînê 26 navendên ku tê de 8 hezar û 644 kes tên girtin hene. Li van navendan jin rastî tecawiz û tundiya zayendî tên.

Navendên ku jin lê rastî tundiya zayendî û tecawizê tên wiha ye:

*Girtîgeha El Mehkeme: Li avahiya edliya kevin cih digre. Jinên ku ji bajarên cûda yên Efrînê tên revandin li vê derê tên girtin. Girtîgeh di bin venêrîna koma bi navê Cebha El Şamiyê de ye.

*Girtîgeha El Mehmûdiye: Ji aliyê avahiya paramîlîter a bi navê El Hemza ve tê rêvebirin. Bi dehan kesên ku tê revandin li vê derê tê girtin. Jinan li vê derê li 2 “odeyên taybet” de tên girtin.

*Girtîgeha Dibistana Îtîhad El Erebî: Girtîgeha ku li navenda Efrînê ye di bin venÊrîna Cebhe El Şamiye de ye. Ji bo jinan beşên taybet heye.

Girtîgeha El Kerame: Yek ji dibistanên herî kevin ên Efrînê ye. Ji aliyê komê paramîlîter ê bi navê Feyleq El ŞAm ve tê rêvebirin, li vê girtîgehê jî beşên taybet ên ji bo jinan  heye.

*Girtîgeha Meclîsa Darazê ya Kevin: Li navenda bajar cih digre. Weke “Girtîgeha jinan” tê zanîn. Jinên ku hatine revandin li jêrzemîna avahiyê tên ragirtin. Bi taybetî Kurd, ji aliyê îstihbarata Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wî tên revandin û wan tînin vê girtîgehê. Tê payîn ku li vê girtîgehê 50 jin tên girtin. Her wiha tê payîn ku hêzên paramîlîter ên girtîgehê kontrol dikin jinan weke “ematet” penase dikin.

96 jin hat qetilkirin

Li gor daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Suriye piştî dagirkeriyê herî kêm 96 jin hat qetilkirin, 72 jin jî rastî destdirêjiyê hat.