Li Başûrê Kurdistanê 36 hezar malbatên koçber hene

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê aşkere kir ku li Başûrê Kurdistanê 26 wargehên koçberan û 36 hezar malbatên koçber hene.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku li gor serjimêriya herî dawî li wargeh koçberan ên Başûrê Kurdistanê, hêjmara wargehên koçberan 26 in. 16 wargeh li Dihok û 6 wargeh li Hewlêr û 4 qamp jî li Silêmanî hene.

Destnîşan kir ku hêjmara wan koçberên ku li wargehan dimînin 36 hezar malbat in û piraniya wan xelkê Şengalê ne û li parêzgehên Enbar, Seleheddîn û Diyalan e.

Di demê bûrî de wezîra koç û koçberan a Îraqê Evîn Fayîq bi bîrxist ku hikumeta Iraqê hewil dide dozên koçberan di nava şeş mehên din de bigrin.