ÎHD: Di 2022’an de 110 jê zarok 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin

Li gorî “Rapora Binpêkirinên Mafan a Sala 2022’an” a ÎHD’ê, li parêzgehên Kurdistanê 110 jê zarok bi giştî herî kêm 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin û bi ser hezar û 109 mal/kargehan de hat girtin.

Amed- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) “Rapora Binpêkirinên Mafan ên Sala 2022’yan a Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê” bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Cîgira Hevserokê Giştî ya ÎHD’ê Rehşan Bataray Saman di civîna ku hat lidarxistin de axivî, diyar kir ku di sala 2022’an de bi sepanên OHAL’a fiîlî re binpêkirinên mafan zêde bûne.

‘Malbatan têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî serlêdan kirin

Rehşan Saman, da zanîn ku di encama êrîşên bi balafirên bêmirov û balafiran de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Goristan hatin texrîbkirin, serdan hatin astengkirin, di dema serdanên goristanan de heqaret li gel hat kirin û rastî muameleya xerab hatin. Gelek malbatan serî li komeleya me dan ku Tirkiye di şer û pevçûnên derveyî sînor de çekên kîmyewî bi kar tîne. Bi bandora polîtîkayên otorîter û ewlekariyê re di mijarên hiqûq, demokrasî û mafên mirovan de texrîbatên ku nikarin bên telafîkirin çêbûn. Li gel krîza însanî ya ji ber pevçûnan li herêmê derket holê her wiha krîza aborî ya ji sala 2018’an ve hatiye hîskirin girantir bû.” 

‘Binpêkirin roj bi roj zêdetir bûn’

Rehşan Saman ev tişt anî ziman: “Di encama zextên li ser ewlehiya şexs û azadiyê de, li ser azadiya xwebirêxistinkirinê, azadiya fikir û xweîfadekirinê de gelek binçavkirin û girtinên neheq hatin kirin. Ev binpêkirin roj bi roj zêdetir bûn. Bi taybetî jî li dijî siyasetmedarên Kurd û parastvanên mafan bi hincetên weke ‘endamtiya rêxistinê’, ‘propagandaya rêxistinê,’ Bi zanebûn an jî ne bi zanebûn alîkarîdayîna rêxistinê’ cezayên giran hatin birîn. Her dem zext li ser derdorên muxalîf hat kirin û hewl dan bêdeng bikin. Vê yekê xwe bi doza girtina HDP’ê jî şênbertir kir. Her wiha li girtîgehan jî sepanên weke tecrîd, îzolasyon, îşkence, muameleya xerab, sirgûn, binpêkirina mafê agahîgirtinê, şewitandina înfazan, binpêkirina mafê tenduristiyê, binpêkirina mafê jiyanê û gelek sepanên din domiyan. Hat tesbîtkirin ku xebatkarên cemaweriyê yên ku ev mafan binpê kirine, nehatin cezakirin.”

‘Rojnamegerên Kurd hatin binçavkirin û girtin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Rehşan Saman bal kişand ser rojnamegerên Kurd û wiha pê de çû: “Di sala 2022’yan de li dijî rojnamegerên Kurd operasyon hat kirin. Di operasyonê de 20 jê hatin binçavkirin û ji van 16 jê hatin girtin. Xebatên pîşeyî yên rojnamegeran weke sûc hatin nîşandan. Bi vê yekê re mafê agahîgirtinê yê gel, azadiya çapemeniyê û mafên azadiya şexs û ewlehiyê hatin binpêkirin.Di heman demê de bi betalkirina Peymana Stenbolê re cînayetên jinan zêde bûn. Pirsgirêka Kurd, bi hemû dijwariya xwe didome ku pirsgirêkên weke azadî û demokrasiyê bi xwe re tîne. Weke parastvanên mafan em her dem li gel çareserkirina pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk, aştiyane û adilane ne. Divê dewlet bi binpêkirinên giran ên mafan ku di tevahiya dîrokê de kirine re rû bi rû bimîne, lêborînê bixwaze û serî li riya tazmînatê bide. Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amed de gelek parêzer, rojnameger û aktîvîst hatin binçavkirin û girtin. Ev yek nîşan dide ku îqtîdar dê di dema hilbijartinê de jî van sepanên xwe yên zextê bidomîne.”

Nûnerê Herêmê yê ÎHD'ê Tahîr Saçakli, têkildarî binpêkirinên mafan ên li parêzgehên Kurdistanê tên jiyîn, ev daneyan parve kir:

 

 “Di encama ‘kuştinên bi keyfî, bikaranîna çekê ya bêsînor, guh neda banga hişyariyê, înfazên bêdaraz’ ên hêzên ewlekariyê li bajarên herêmê pêk anîn de 6 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 14 welatî bi awayên cuda birîndar bûn. Di encama gulebarana cerdevanên gund de cerdevanek û welatiyekî jiyana xwe ji dest dan û welatiyek jî birîndar bû.

* Li girtîgehên herêmê 13 jê bi îdiaya întîharê, 8 jê ji ber nexweşiyên cuda bi giştî 21 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Welatiyek hatibû binçavkirin û di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû. Hat îdiakirin ku întihar kiriye.

* Di encama êrîşên edlî yên kiryar nediyar de herî kêm 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

* Li bajarên herêmê hat îdiakirin ku herî kêm 8 leşker-polîsan întihar kiriye û bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

* Di encama xeletî û xemsariyên fermî de, 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 329 jî birîndar bûn.

* Li dijî parlamenterek û 2 rêveberên partiya siyasî yên li bajarên herêmê dixebitin, di dîrok û cihên cuda de 4 êriş hatin kirin û di encamê de rêveberekî partiya siyasî birîndar bû. Her wiha 3 rojnameger, 2 mamoste, 5 parêzer, 4 bijîşk û 6 xebatkarên tenduristiyê jî di encama êrişan de birîndar bûn.

* Di encama pevçûnên li bajarên herêmê û derveyî sînor de herî kêm 114 endamên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan û 59 jî birîndar bûn. Di encama heman pevçûnan de herî kêm 267 milîtanên çekdar jî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 34 jî birîndar bûn.

* Di encama êrişa çekdarî ya milîtanên rêxistinê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

* Li ser xeta sînor 2 kesan ji serman, 3 kesan jî di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest dan. 2 kes jî birîndar bûn.

* Di encama teqîna mayinê de 4 zilam û 3 zarok birîndar bûn.

* Li bajarên herêmê 16 jê zarok, 51 jê jin û 21 jê zilam, bi giştî 88 kesan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

* Li ser sînorên 10 bajar û 25 navçeyên herêmê, bi sedan qad (herî kêm 440 qad) 15 caran weke herêmên ewlekariya taybet hatin ragihandin.

* Li 14 gundên girêdayî 2 bajaran, 5 caran biryara qedexeya derketina derve hate ragihandin.

* 35 malbatên li gundekî dijiyan, di encama zexta leşkeran de neçar man koçber bibin.

* Li dibistanên 4 herêmên çoltar ên girêdayî 2 bajaran şewat derket.

* 3 cenazeyên aydê milîtanên rêxistinê radestî malbatên wan nehatin kirin.

* Li 5 bajaran goristan 6 caran hatin texrîbkirin.

* Li 2 bajaran hat îdiakirin ku 3 gorên komî hatine dîtin û hestiyên mirovan hatin dîtin.

 BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ MAFÊ JIYANÊ YÊ JINAN

* 8 jinan întihar kir û 2 jinan jî hewl dan întihar bikin.

* Di encama tundiya nava malê de 39 jinan jiyana xwe ji dest dan, 17 jin birîndar bûn û yek jî hat revandin.

* Di encama êrîşên li qadên civakî de 18 jinan jiyana xwe ji destan, 16 jî birîndar bûn. Li qada civakî herî kêm 5 caran li dijî jinan êrişên zayendî hatin kirin, li dijî 28 jinan şantaj hate kirin û gef lê hatin xwarin û herî kêm li 2 jinan zexta fihûşê lê hat kirin.

 ‘8 zarok mirin, 3 zarok jî birîndar bûn’

* 8 zarokan întihar kir û 4 zarok jî ketin nava hewldana întiharê.

* Di encama tundiya nava malê de 8 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 3 birîndar bûn û 2 jî rastî îstîsmara zayendî hatin.

* Di encama tundiya li qada civakî de 8 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 6 jî birîndar bûn. Di qada civakî de herî kêm 260 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin, zexta fihûşê li 2 zarokan hate kirin û zarokek jî hate revandin.

 ‘178 welatî li deverên derveyî cihên binçavkirin rastî îşkence û miameleya xerab hatin’

* Li herêmê herî kêm 15 welatî di bin çavan de, 178 welatî li deverên derveyî cihên binçavkirin (kolan, di serdegirtinên malan de) rastî îşkence û miameleya xerab hatin. Her wiha herî kêm 42 girtî jî li girtîgehê rastî îşkence û miamaleya xerab hatin.

* Herî kêm 20 welatî rastî zexta sîxûrtiyê ya hêzên ewlekariyê hatin û gef li 13 welatiyan hate xwarin.

* Li dibistanan herî kêm 2 zarok rastî tundiyê hatin.

* Di encama mudaxeleya hêzên ewlekariyê yên di xwepêşandanên civakî de herî kêm 7 welatî rastî tundiyê hatin.

 ‘Li herêmê 2 hezar û 143 welatî hatin binçavkirin’

 * Li bajarên herêmê 110 jê zarok bi giştî herî kêm 2 hezar û 143 welatî hatin binçavkirin.

* Yek jê zarok herî kêm 194 welatî hatin girtin. Ji bo herî kêm 2 kesan biryara hefsa malê hate dayîn.

* Li herêmê herî kêm bi ser hezar û 109 mal/kargehan de hate girtin.

 ‘ 14 çalakî hatin qedexekirin, der barê 136 welatiyan de lêpirsîn hat destpêkirin’

* Li bajarên herêmê herî kêm 14 çalakî hatin qedexekirin.

* Hêzên ewlekariyê dest danîn ser hejmarên 2 rojname û pirtûkekê.

* Bi ser 4 saziyên çapemenî û weşanê de hate girtin.

* Di 26 dosyayên lêpirsînê de derheqê 136 welatiyan de lêpirsîn hate destpêkirin.

* Di 16 dosyayên dozê de derheqê 76 welatiyan de doz hatin vekirin.

‘Der barê 127 welatiyan de cezayên hefsê û pereyan hat dayîn’

* Siyasetmedar, rojnameger û kedkarên cemaweriyê jî di nav de, di 40 dosyayan de li 127 welatiyan cezayên cuda yên hefsê û yên pereyan hatin birîn.

* 14 avahiyên partiyên siyasî, 3 komele rastî êrişê yan jî serdegirtinê hatin. Derheqê komeleyekê de jî bi daxwaza girtinê doz hate vekirin.

 * Hêzên ewlekariyê herî kêm dest li 19 civîn û xwepêşandanan kirin û herî kêm 10 xwepêşandanên civakî ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatin astengkirin.

* Ji 23 bajarên herêmê li 17 bajaran li ser biryarên walîtiyan 125 caran civîn û xwepêşandan hatin qedexekirin.

‘Li girtîgehan 77 girtî bêyî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin’

* Li girtîgehan herî kêm 77 girtî bêyî ku hincetek were nîşandan sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Bi hinceta ku dê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê veguherînin navenda çandê, 276 girtî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin.

*353 girtî neçarî sewq û sirgûnê hatin kirin.

* Mafê tenduristiyê yê herî kêm 34 girtiyan, mafê hevdîtina bi malbatê re yê 7 girtiyan, mafê peywendîdanînê yê 10 girtiyan û mafê tevlibûna çalakiyên civakî yên 8 girtiyan hatin binpêkirin.

* Li herî kêm 12 girtiyan cezayê disiplînê hate birîn.

* Herî kêm 27 girtî rastî tecrîd û îzolasyonê hatin.

* Înfazên herî kêm 14 girtiyan bi sedemên cuda (derneket lijneyê, cezayê disiplînê, poşman nebûye, di rojên olî û neteweyî de tev li torenê nebûye) hatin taloqkirin û 43 girtî rastî binpêkirinên mafan ên cuda hatin.

 ’34 karkar jiyana xwe ji dest dan û 159 karkar jî birîndar bûn’

 * Di encama qezayên kar ên ji ber ewlekariya kar nehatin girtin û şertên kar qewimîn de yek zarok bi giştî 34 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 159 karker jî birîndar bûn.

* Herî kêm 33 karker ji kar hatin derxistin, 2 karker ji peywirê hatin girtin û 7 jî hatin îxrackirin

* Herî kêm li 2 dibistanan bi hinceta ku ‘hejmar kêm e’, dersa bijarte ya kurdî nehate dayîn, herî kêm li wargeheke zanîngehê komên din gef li xwendekarên kurd xwarin.

 * Mafê ewlekariya civakî yê herî kêm welatiyekê astengdar hate binpêkirin û welatiyekê astengdar jî rastî sepanên cihêkar hat.

* Cihêkarî: Herî kêm 5 welatî ji ber baweriya xwe, 7 welatî jî ji ber nasname û nîjada xwe rastî cihêkariyê hatin.

* Mafê Milkiyetê: Mafê milkiyetê yê herî kêm welatiyekî hate binpêkirin.

* Mafê Hawirdorê: Ji ber herî kêm 4 xebatên şaredarî û kargehan hawirdor qirêjî bû, li 3 herêman jî heta demekî dirêj daristan hatin birîn.”

Piştî daxuyaniyê, çalakiya “Nobeta Aştiyê” berdewam kir ku di îna ewil a her mehê de tê lidarxistin.