Li Bangladeşê ava lehiyê bandor li 500 hezar kesan kir

Li Bangladeşê 3 hefte ye ku ava lehiyê kêm nebûye û bandoreke neyînî li 500 hezar kesan kiriye.

Navenda Nûçeyan – Li herêma Sunamganj a Bangladeşê ku baraneke zêde lê dibare ev 3 hefte ye avên lehiyê kêm nabin. Ji ber av nekişiya nêzî 500 hezar kes mexdûr bûn.

Li gorî rojnameya Dhaka Tribune, lehiyê li navçeyên Sadar, Bishvambharpur, Şantiganj, Jaganatpur, Dovarabazar, Çatak û Tahirpur ên girêdayî herêma Sunamganjê jiyan felc kiriye. Li Sunamganjê ji ber ku 3 hefte ye ava lehiyê kêm nebûye nêzî 500 hezar kes li benda alîkariyê ne.

Li herêmê gelek mal û kargeh hê jî di bin avê de ne. Li herêmên ku ji ber lehiyê bandor bûne, metirsiya ji ber belavbûna nexweşiyên ava qirêj hene. Her wiha tê diyarkirin ku ji ber lehiyê gelek cotgeh û sewalên ku di pînikê de zerer dîtine. Kesên ku ji ber lehiyê zerer dîtine diyar dikin ku tu piştgirî negirtine.

Li welêt di navbera 17’ê Gulanê û 3’ê Tîrmehê de ji ber karesata ku ji ber barana zêde çêbû 102 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.