‘Berxwedana me dê bi her awayê bidome’

Nûseybe Ebdo ya ji Efrînê ye û di êrişa dewleta Tirk a li ser Til Rifetê de zaroka wê jiyana xwe ji dest da dibêje ku dê bi her awayê û ruxmê hemû êrişan berxwedana xwe bidomînin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Piştî ku dewleta tirk 18'ê Adara 2018'an de herêma Efrînê dagir kir, bi sed hezaran kesan berê xwe dan Şehbayê. Li kantona Şehbayê jî di qonaxa duyem a Berxwedana Serdemê de şêniyên Efrînê berxwedana xwe ruxmî hemû şert û mercên jiyanê jî heya vê kêliyê didomînin. Neçar man ji cihên xwe koçber bibin û axa xwe bihêlin. Tevî ku ev bes nebe li warê koçberiyê careke din rastî êrîş û topbarana dagirkeriyê ya dewleta Tirk hatin. Di 2’ê Kanûna 2019’an de li navçeya Til Rifeta kantona Şehbayê komkujiyek li dijî zarokên Efrînê pêk hat û 8 zarok jiyana xwe ji dest dan.

Di vê komkujiyê de du zarokên Nûseybe Ebdo ya ji gundê Qenterê yê navçeya Mabetaya kantona Efrînê, birîndar bûn û zaroka wê Îmad Kêfo yê 9 salî jî jiyana xwe ji dest da. Nûseybe Ebdo ya qala komkujiyê kir got: “Berxwedana me dê bi her awayê bidome.”

Ji ber êrişên dagirkeriyê neçar man koç bibin

Nûseybe Ebdo di destpêka gotinên xwe de behsa derketina ji Efrînê û bicihbûna li Şehbayê kir û got: "Em ji Efrînê ji ber top û êrîşên dagirkeriyê neçar man derkevin. Em li Şehbayê li warê koçberiyê bi cih bûn û em berxwedana xwe ji bo vegera Efrînê heya niha berdewam dikin. Rojane dewleta tirk a dagirker êrîşî Şehbayê dike û dixwaze gel ji vê deverê jî koçber bibe. Salek piştî koçberbûna me ya ji Efrînê, dewleta tirk a dagirker êrîşek hovane pêk anî, di encamê de zarokek min mir û du jî birîndar bûn. Ev bû bûyereke reş û tarî li ser jiyana me. Heya niha jî bawer nakim ku Îmadê min miriye. Zarok bûn, li ber malê dilîstin gunehê wan çi bû ku wisa hatin qetilkirin?"

'Em her roj bi bîranînên Îmad dijîn'

Nûseybe Ebdo diyar kir ku heya vê kêliyê bi bîranînên Îmad re dijîn û wiha pê de çû: "Ji roja ku Îmad şehîd bûye ve heya vê kêliyê tu carî nehatiye jibîrkirin, em her roj bi bîranînên wî re dijîn. Cêwiya Îmad jî heye ew jî ji destên xwe birîndar bûye windabûna Îmad gelek bandorê li ser kesayeta wî dike. Di her kêliyê de ew tê bîra wî. Ji wê demê ve heya niha her ku kesek şehîd dibe, bûyera Îmad tê bîra me û ji bîra me qet naçe. Ne bes bû em ji cih û warên xwe koçber bûn, warê koçberiyê zarokên me jî ji me standin. Kezeba me hat şewitandin em naxwazin tu dayikek din zarokên xwe winda bike lê dîsa ji bo Efrînê em ne poşmam in."

Nûseybe Ebdo daxwaz kir ku êdî şer bê rawestandin û vegerin cihên xwe û got: "Daxwaza me ya sereke weke dayik ew e ku şer û pevçûn li cîhanê bên rawestandin û em vegerin cih û warên xwe yên li Efrînê. Bila zarok neyên kuştin. Ji kezeba mirovan buhatir tiştek tune ye lê me ji bo welat wê jî da."