Li bajarên Kurdistanê hîleyên hilbijartinê

Li bajarên Kurdistanê di saetên serê sibehê de kar û barên dengdanê destpê kir. Li herêmê jî nûçeyên li pey hev ên hîleyan jî hatin.

Navenda Nûçeyan - Hilbijartênên herêmê ya serokên şaredariya bajarên mezin, serokên şaredariya bajar, navçeyan, muxtar, endamên meclîsa şaredariyê û diyarkirina heyetên rûspiyan, li 32 bajarên ku bajarên Kurdistanê jî di nav de ye karûbarên dengdanê ji saeat 07:00’an ve destpêkir. Bi destpêkirina karûbarên dengan re, li herêmê hîleyên ku tên kirin jî hatin qeydkirin.

DEM Partî li 32 cihan îtîraz li 54 hezar û 60 hilbijêrên bê ûsul kiribû. Li navendên ku leşker û polîs veguhestinê weke Amed, Şirnex, Colemêrg, Êlih, Agirî, Mûş, Îdîr, Qers Riha, Sêrt, Mêrdîn û Dêrsim hate tesbît kirin. Li van bajaran jî dest bi hatina nûçeyên hîleyna hate kirin.

* Li Dibistana Navîn a Ataturkê, Dibistana Navîn a Seyrekê, Dibistana Navîn a Hamzali Canaydin û Dibistana Navîn a Uzunova yên navçeya Pasûr a Amedê jî leşker û polîsên veguhestî dest bi dengdayînê kirin. Polîs û leşkerên cil û bergên sivîl li xwe kirin, bi mînîbusan anîn dibistanan. Welatiyên ku ji bo dengdayînê hatin ser sindoqê, bertek nîşanî rewşê dan. Li ser sindoqan rageşî dest pê kir.

* Li bajarokên Xirvate û Bajêrge yên navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi sedan polîs û leşker bi komî çûn ser sindoqan. Li Xirvateyê leşker bi wesayîtên zirxî hatin û li bajarokê Bajêrgeyê jî li gel AKP’iyan hatin dibistanan.

* Li gundê Çinarê bi salane kesên ku dixwestin girtî deng bidin hebûn. Ev kesên ku ruyên xwe ji jinan re jî navekin, bi mirinê gef li muşahîdên sindoqan yên DEM Partî xwarin.

* Îdeayên ku li Çinar namzetê serokê şaredariyê ya AKP’yî li 4 gundan bi giştî 1400 deng bi 2 milyon tl kiriye derket holê.

* Hate diyarkirin ku li giştî bajarê Colemêrgê de di hemû dibîstanan de sivil bi awayek keyfî tên lêgerînkirin.

*Li Şirnexê di serê sibehê de hîle destpê kir. TOKÎ yên li bajar dibîstana seretayî ya Umut Tuncay, Edîpbaşar û hejmarek zêde leşker bi unîformayan dest bi dayîna dengan kirin.

*Di saetên serê sibehê de gelek otobus kete Şirnexê. Li Amadeyîya Teknîk ya pîşeya Keçan ya Nazmiye Demîrel tevî leşker ne erkdarin, bi awayê uniforma deng dan. Parlementerê DEM Partî Zekî Îrmel li dibîstanê, bertek nîşanî rewşê da.

*Derket holê ku li Dibistana Seretayî ya Hîlallî û Dibistana Navîn a Ozmuşê yên navçeya Xelfetî ya Rihayê deng bi komî tên bikaranîn. Li gorî îdeayan di saetên serê sibehê 05.00’ê de komeke çekdar dora Dibistana Seretayî ya Hîlalliyê girtin, muşahidên li dibistanê derxistin derve û deng bi komî dan. Gef li muşahidan hatin xwarin û wisa ji dibistanê hatin derxistin û 2 muşahidên YRP’î yên li dijî vê derketin jî hatin derbkirin. Li taxa 600 hilbijêrên wê hene derheqê bêusûliya hatiye kirin de girtek hate girtin û li ser îtîrazan, dengdayîn hate sekinandin. Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Omer Ocalan piştî agahdarbûna ji rewşê, çû dibistanê. Ocalan, rastî êrişa şaredarê heyî û namzetê şaredariyê Şeref Albayrak, parastvanên wî û alîgirên wî hat. Omer Ocalan bi zor û zehmet xwe ji lînça êrişkaran xelas kir. DEM Partiyî li dibistanê ne. Hat zanîn ku Lijneya Hilbijartinê ya Bajar têkildarî mijarê dadgerek peywirdar kir.

*Di heman demê de Şaredarê Xelfetiyê û namzetê AKP’ê Şeref Albayrak û 100 kesên pê re, li dibistana amadehî ya li gundê Talikanê hewl dan bi hev re deng bidin. Li ser îtîraza DEM Partiyê, hat diyarkirin ku koma ji 100 kesan pêk dihat û saet di 07.50’ê de hatin dibistanê û navnîşanên gelemperiya wan ne li gund, zerf û pusulayên anîn bi komî bi kar anîn. Muşahidê DEM Partiyî jî hewl da rewşê qeyd bike û li ser vê yekê hate derbkirin û piştre jî dîmenên di telefona wî de hatin jêbirin.

*Tê gotin ku li gundê Beresûr ê navçeyê jî deng bi komî tên dayîn. DEM Partî  bêusuliyên heyî qeyd kir.

* Li navçeyên Kerboran û Stewrê yên Mêrdînê, leşker û polîs ji bo deng bi kar bînin bi komî anîn dibistanan. Li Lîseya Anadolû ya Kerboranê û Dibistana Navîn a Kerboranê leşker û polîs hatin tespîtkirin.

*Li navçeya Stewrê jî leşker û polîs li Dibistana Navîn a Azîz Sancar û li Dibistana Amadehî ya Nûr Cingillioglû hatin dîtin. Leşker û polîs bi otobûsan li anîn dibistanan û DEM Partî jî li dijî vê îtîraz kir. Li her du dibistanên navborî dengdayîn hate sekinandin.

*Li navçeya Hezo ya Êlîhê li şaredariya Balpinar a girêdayî navendê, hate tesbîtkirin ku şeva hilbijartinê koliyên xwarinê ku li ser hemwelatiyan belav bike hate tesbît kirin. Tê gotin ku koliyên ku ji dibîstana Kozluk derxistine wê li hemwelatiyan belav bikin.