Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dengê xwe da

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, ya dengê xwe da wiha got: “Li Tirkiyeyê dê gel serbikevin. Dê kesên bindest û keda wan tê xwarin serbikevin. Jin û ciwan dê serbikevin. Doza parazvanên xwezayê û mafên mirovan dê serbikeve.”

Edene – Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di hilbijartinên herêmî de dengê xwe da. Hatîmogûllari ya hate Dibistana Seretayî ya Ayşe Atil a li navçeya Çûkûrovayê li ser sindoqa bi hejmara 1057’an deng da. Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Hêlîn Kaya, Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Edeneyê Arîfe Çinar û Mahfûz Guleryuz û partiyi jî bi Hatîmogûllari re bûn. 

‘Em bi hev re xwedî li sindoqên xwe derkevin’ 

Tulay Hatîmogûllari, bi lêv kir ku dema ji dibistanê derket daxuyanî da çapemeniyê. Hatîmogûllari, xwest ku hilbijartin ji bo Tirkiyeyê û hemû gelan bi xêr be û wiha got: “Em banga xwe dubare dikin. Ji kerema xwe em li her derê biçin. Em dengên xwe bikarbînin. Em tenê bi dengdayînê bisînor nemînin. Em bi hev re xwedî li sindoqên xwe jî derkevin. Li her derê Tirkiyeyê li ser sindoqan hevalên me, parêzer, muşahît, peywîrdarên sindoqan peywîra xwe bi cih tînin. Keda herkesê sax be. Em hêvî dikin. Dê li Tirkiyeyê gel serbikevin. Dê kesên bindest û keda wan tê xwarin serbikevin. Jin û ciwan dê serbikevin. Doza parazvanên xwezayê û mafên mirovan dê serbikeve. Bila ji bo me hemûyan bi xêr be.”

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê jî li dibistanên cuda yên bajêr dengê xwe bikaranîn û xwestin gel xwedî li vîna xwe derkeve û biçe ser sindoqan.