Çeteyekî ku li Babê êrişa zayendî li jinekê kir reviya Tirkiyeyê

Li bajarê Babê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatî dagirkirin, çeteyek yê koma Ehrar El Şerqiye ya girêdayî dewleta Tirk êrişa zayendî li jinekê kir û reviya Tirkiyeyê.

Navenda Nûçeyan- Hate zanîn ku li bajarê Babê yê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve hatiye dagirkirin, çeteyekê êrişa zayendî li dijî jinekê pêkanî.

Li gora agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine; Çete girêdayî koma Ehrar El Şerqiya ya girêdayî dewleta Tirk e û kesek ji Dêrazorê ye ku navê wî nehatî zanîn.

Çavkaniyê diyarkir ku malbata jina ku rastî êrişa zayendî hatî, bertek nîşanî rewşê daye. Hate gotin ku komên çeteyan kiryar revandine Tirkiyeyê.