Li Amed û Wanê namzetên hevşaredariyê dengên xwe dan

Li Amed û Wanê namzetên hevşaredariyê dengên xwe dan û li herdû bajaran jî hate xwestin ku gel li dengên xwe xwedî derbikevin.

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê kar û barê dengdayînê ku di saetên serê sibehê de destpêkir, berdewam dike. Li Kurdistanê kelecana hibijartinê di asta herî jor de tê jiyankirin, gel li ser sindoqan xwedî li îradeya xwe derdikevin.

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak li dibîstana navîn ya Kayapinar,Omer Şevkî Cizrelioglu, Dogan Hatun jî li dibîstana navîn ya Baglar Mevlana ya Halît dengên dengê xwe bi kar anî. Dayîkên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên DEM Partî yên bajar û navçeyan, namzeta hevşaredariya Peyas Bêrîvan Guneş hevkariya Serra Bucak kirin.

Piştî dengdanê Serra Bucak li dibîstanê daxuyaniyek kurt da û wiha got: “Îro wê ev hilbijartin bibe ew hilbijartina ku xelkê Amedê îradeya xwe nîşan bide, bibe wesîleya aştî û demokerasiyê. Bila gelê me heta bidawîbûna jimartina dengan xwedî li dengê xwe derkevin, li dibistanan bimîne."

Namzetên hevşareseriyê li Wanê dengên xwe dan

Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarên Mezin ên Wanê yên DEM Partiyê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan dengên xwe dan û bang li gel kirin ku biçin ser sindoqan.

Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Wanê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Neslîhan Şedal û Abdullah ku dengên xwe li sindoqa bi hejmara 2229 a li Dibistana Seretayî ya Hurriyetê ya li Taxa Halîlaga ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê dan, bang li gel kirin.

Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal banga xwedîderketina li îradeya xwe li gel kir wiha got: “Em ji bo civaka lê dijîn veguherînin civakeke demokratîk, wekhev û adil têkoşîneke bê eman didin. Em careke din dibêjin îro vîna gel dê di sindoqan de azadî, wekhevî û demokrasiyê nîşan bide. Em bang hemû gel, ciwanan dikin; em bi dayîna dengê xwe xwedî li vîna xwe derkevin û heta ku encam diyar dibin em li ser sindoqan neçin.”

‘Xwedî li sindoqên xwe derbikevin’

Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Wanê yê DEM Partiyê Abdûllah Zeydan jî wiha got: “Ez ji niha ve spasiyên xwe pêşkeşî hemû welatiyên ku dê dengên xwe bidin dikim. Em bawer dikin ku dê di vê hilbijartinê de aştî serbikeve. Di vê hilbijartinê de dê pêşiya aştiyeke civakî vebe û em ê bi hevşaredar, endamên xwe yên meclise û hemû hevalên xwe re xizmetên baş bikin. Hevalên me yên îro li ser sindoqan peywîrdar in divê heta dawiyê ji ser sindoqan veneqetin û xwedî li sindoqan derkevin. Ez careke din hêvî dikim ku ev hilbijartin hem ji bo bajarê me hem ji bo welatê me bi xêr be.”