Emîn Çelîk ê ku ji bo deng nede DEM Partiyê gef lê dihat xwarin hat qetilkirin

Berpirsê DEM Partiyê dibistana li gundê Çirmik ê girêdayî Amedê Emîn Çelîk ji bo deng nede bi mirinê gef lê hat xwarin ji aliyê AKP'yiyan ve hate qetilkirin.

Amed – Li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdayîn berdewam dike, komek AKP’iyan li gundê Çirmik ê girêdayî navçeya Sûra Amedê, berpirsê qadê Emîn Çelîk qetil kir. 

Emîn Çelîk ev demek bû ji bo neçe ser sindoqan ji aliyê AKP’yan ve gef lê dihat xwarin, li gel wê jî gelek kes birîndar bûn. Piştî êrişê Emîn Çelîk û birîndarên din, rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Emîn Çelîk li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK).

Der barê failan de hê agahî nehatine dayîn û hat diyarkirin ku li gund gef û êriş berdewam dikin.