Li Amed û Stenbolê xizmên windayan civiyan
Dayikên Şemiyê di hefteya 835’emîn a çalakiya xwe de bal kişandin ser doza li wan hatî vekirin. Di çalakiya vê heftê ya xizmên windayan a Amedê de jî çîroka Reşît Tokçû yê di meha Hezîrana sala 1999’an de, li Zozana Margazer a Colemêrgê palehî dikir ji aliyê eskeran ji zinaran hatibû avêtin, hat vegotin.

Navenda Nûçeyan- Dayikên Şemiyê di hefteya 835’emîn de ji ber pandemiyê bi rêya onlayn çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiyê de bal kişandin ser danişîna doza di 25’ê adarê de li ser wan hatî vekirin û ev peyam dan: “Em yên doz Ii me bê vekirinîn in, em dozdar in.” Ji parêzerên dozê Emel Atakturk jî destnîşan kir ku lêpirsîna însanên ji aliyê hêzên paramîlîter ve hatine qetilkirin û windakirin mafek xwezayî ye û darizandina dayikan nayê qebûlkirin û her wiha tacîza darazê jî nayê qebûlkirin.
Daxuyaniya vê hefteyê Setenay Yarici ya xwarziya Hayrettîn Eren ê di serdema darbeya 12’ê Îlonê de hatibû windakirin xwend. Setenay Yarici destnîşan kir ku 865 hefte ne ji bo aqûbeta windayan têdikoşin û wiha got: “Em mafê xwe yê azadiya civîn û îfadekirinê bikar tînin û dixwazin raya giştî agahdar bikin. Em dixwazin saziyên peywendîdar ên dewletê dengê me bibihîzin û pirsgirêkên me werin çareserkirin.
“Em rastî şideta polîsan hatin”
Di hefteya 700’î de me xwest peyama xwe ji rayedarên dewletê re ragihînin. Lê em li Meydana Galatasarayê bi tundiya polîsan re rûbirû man. Di destê me de qerenfîl hebûn û ew jî bit oma, jop, gaz û mertalan bi ser me ve hatin. Li me dan û me binçav kirin. Me di şertên îşkenceyê de binçav kirin. Yên ku li hember me sûc kirin nehatin sûcdarkirin lê me sûcdar kirin û doz li me vekirin. Dozgerî ango daraz tişta dij qanûnî nabîne lê radibin me dij qanûnî nîşan didin. Ên ku di vê li edliyan werin darizandin ne em bin, divê kujerên windayên me werin darizandin. Winda ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin û windakirin. Em sûcên li ser xwe red dikin. A rast em wan kesên hiqûqê birêve nabin, edaletê dikin amûra siyasetê sûcdar dikin. Me li dadgehê qîr kir û got; Em dozlêbûyî nîn in, em dozdar in. Çend sal derbas bibe jî em ê dev ji Galatasarayê bernedin.”
Amed
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan, bi armanca “Winda bên dîtin û faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya 633’yemîn a heftane, li ser hesabê xwe yê medya civakî pêk anîn. Di çalakiya vê heftê de, çîroka Reşît Tokçû yê di meha Hezîrana sala 1999’an de, li Zozana Margazer a Colemêrgê palehî dikir ji aliyê leşkeran ve ji zinaran hatibû avêtin, hat vegotin. Endamê Desteya Rêveber a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê Yakup Guven çîroka Tokçû vegot. Yakup diyar kir ku Tokçû di 29’ê Hezîrana 1999’an de, ji bo palehiyê diçe Zozana xwe ya Mergazerê û wiha got: “Di heman rojê de, li qada zozana Tokçû ji helîkopteran gule tê barandin. Dûre dest bi operasyona eskerî tê kirin. Di dema operasyonê de, Reşît Tokçû yê di encama gulebarandina helîkopterê de birîndar dibe, ji aliyê eskeran ve tê binçavkirin. Esker piştre Tokçû bêpirs û sual ji zinaran davêjin û jiyana xwe ji dest dide.”
Yakup, daxwaz kir ku cenazeyê Tokçû ji bo malbatê bê dayîn û wiha bilêv kir: “Malbatê ji ber ewlekariya can, nekarî serî li saziyên fermî bide. Piştî bi salan, hewldanên ji bo meqadên edlî hatin kirin, bê encam man û heya niha bi tu awayî cenazeyê Reşît Tokçû nehat dîtin. Em dixwazin, êdî aqûbeta Reşît Tokçû derbikeve holê, cenazeyê wî teslîmî malbata wî bê kirin û faîl bên cezakirin.”