Google bişîjka Tûnisî Tewhîda Bin El Şêx pîroz kir
Îro motora google ji bo bîranîna bijîşka Tûnis û Mexiriba Erebî Tewhîda Bin El Şêx nivîsek weşand û ji ber xebata wê ya di warê tenduristiyê de ew pîroz kir.

Navenda Nûçeyan - Dêweya motora lêgerînên internêtê ya ‘’Google’’ li ser bijîşk, siyasetmendar û edîtoriya kovara Leyla Tewhîda Bin El Şêx nivîsek belav kir û ji ber serkeftinên wê, ew pîroz kir. Li Tûnis û Mexriba Ereban yekem jina bijîşk Tewhîda Bin El Şêx di warê tendirustiyê de rêvebera jinan bûye û ji bo jin lênerînên tendirustiyê baştir bigirin xebatên giring kiriye. Ji bo bîranîna wê Benga Navendî ya Tûnisî di 27’ê Adara 2020’an de li ser pereyên 10 dînar wêneyê wê daniye, ji lewra îro jî ji bo vê minasebetê google ew pîrz kir.
Tewhîda Bin El Şêx di 2’yê Çileya 1909’an li Tûnisê çavên xwe li duniyayê vekir. Yekem zaroka keç a sala 1928’an bawernameya dibistana navîn di giştî welat de girtiye. Di heman demê de yekem jina Tûnisî ye ku bawernameya tendirustî ji Parîsê sala 1936’an digire.
Tewhîda Bin El Şêx klînîka bê heqdest ji bo venêrîna jinan û tayîbet jî jinên du canî vedike û xizmeta tenduristiyê pêşkêş bike. Ji ber van xebatên xwe di sala 1955’an de bû Seroka beşa dayikbûnê li nexweşxaneya Şeril Nîkol ya bajêr. Di salên 70’an de yekem klînîka rêxstinkirina malbetê li Tûnisê avakir, di gelek xebatên rêxistinên jinan de kar kir û yekem kovara jinan bi zimanê Fransî ya bi navê ‘’Leyla’’ weşand.
Bijîşk Tewhîda Bin El Şêx 6’ê kanûna 2010’an di temenê 102 salî de jiyana xwe ji dest da.