Li Şengalê yekemîn pîrozbahiya 8’ê Adarê: Hewşa dayika Pakîze

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ku 124 sal in li her derê cîhanê bi çalakiyên cur bi cur tê pêşwazîkirin, li Şengalê cara yekemîn di sala 2013’an de li hewşa dayika Pakîze hat pîrozkirin.

CÎLAN ROJ

Şengal- 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi taybetî li Kurdistanê bi tevgera azadiya Kurdistanê û Rêber Apo gihîşt wateya xwe ya rastîn. Piştî nirxandina Rêbertiyê li ser 8’ê Adarê ev roj êdî ji roja bîranîn û pîrozkirinê wêdetir weke roja berxwedan û têkoşînê hat destgirtin û pêşwazîkirin.

8’ê Adarê li her derê cîhanê bi çalakiyên cur bi cur tê pêşwazîkirin. Bes 8’ê Adarê piştî salên 90’î bi awayeke şênber û girseyî bi taybetî li bakurê Kurdistanê hat pêşwazîkirin. Lê pêşwazîkirina li Kurdistanê ji ya cîhanê cudatir bû. Jinên Kurd di nava serhildan û qetlîaman de 8’ê Adarê pêşwazî kirin. Hê jî jinên Kurd û Kurdistanî bi heman rih û kelecanê 8’ê Adarê bi serhildan û berxwedanan pêşwazî dikin.

Sal 8’ê Adara 2013’an û hewşa dayika Pakîze

Jinên Êzidî û civaka Êzidî ku her dem rastî fermanan hatine û ji bo parastina baweriya xwe, hema bêje xwe bi temamî ji cîhanê qut kirine, ne bi awayeke girseyî û şênber be jî yekemîn 8’ê Adarê di sala 2013’an de li hewşa dayik Pakîze Celal pîroz kirin. Cara yekem jin di hewşa dayik Pakîze de roja 8’ê Adarê, roja jinan bihîstin. Lê piştî fermanê 8’ê Adarê her sal bi girseyî ji aliyê jinên Şengalê ve tê pêşwazîkirin.

Wek ajansa NÛJINHA’yê me xwest hesta yekemîn a pêşwazîkirina 8’ê Adarê û tiştên ku wê rojê qewimîn ji dayik Pakîze bibihîsin.

Di destpêka axaftina xwe de dayik Pakîze 8’ê Adarê li hemû jinan, Abdulah Ocalan û gerîlayên serê çiya pîroz kir.

Pîrozbahiya yekemîn

Dayikê ku roja 8’ê Adarê wek roja serkeftin û serîrakirina jinan e pênase kir, destnîşan kir ku roja 8’ê Adarê di nav civaka Êzidî de wek çar parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye pêşwazîkirin ji ber heta fermanê haya wan ji vê rojê, roja jinan tunebû û wiha behsa yekemîn pîrozkirina 8’ê Adarê kir: “Di sala 2013’yan de tevî ku ba û baran bû li hewşa mala me heval hatin û 8’ê Adarê pîroz kirin. Wê demê di nava nîv saetê de bi sedan însan hatin û dest bi dîlanê kirin. Lê wê demê jî aliyên dijminê Melekê Tawis, dijminê vî fikrî, çûn gilî kirin. Asayîşa PDK’ê ji Sinûnê hat, dora hewşa me û hevalan girt û nehişt 8’ê Adarê were pîrozkirin. Ger ji wê rojê ve heta niha ev roj her sal bihata pîrozkirin dê jinên Êzidî bigihîştana heq û mafên xwe.”

Di berdewamiya nirxandina xwe de dayika Pakîze da zanîn ku ew kesên fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nas kirine dizanin 8’ê Adarê roja jinan e, roja serhildana jinan e, dizanin jin ji bo çi vê rojê pîroz dikin lê kesên ku vî fikrî nizanibin û nas nekin wateya vê rojê nizanin.

‘Heke jin nebe jiyan nabe’

Dayika Pakîze diyar kir ku êdî serkeftin û serhildana jinan ku li her derê cîhanê hatiye dîtin, nikare bê windakirin û ev tişt anî ziman: “Heke jin nebe jiyan nabe. Kî bibêje nebêje, dilê kê xweş be yan nexweş be jin jiyan e, jin hemû tişt e.”

Dayika Pakîze axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez serkeftinê ji jinên Êzidî û civaka Êzidî re dixwazim, ji hemû kesên ku li ber xwe didin re dixwazim. Ev roj li Serokatî û hemû şervanên serê çiya pîroz be û bi hêviya xwedê bibe roja serkeftinê.”