Li Şengalê rêze çalakiyên ji bo 8’ê Adarê berdewam dikin

Li Komelgeha Digûrê a navçeya Sînunê ya girêdayî Şengalê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê semînerek hate dayîn. Her wiha filma mûzîkal “Stranên Keziya Sor” û şano hate pêşandan.

Şengal-Îro li komelgeha Digûrê ya girêdayî navçeya Sînunê ya Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê û Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji bo wate û girîngiya 8’ê Adarê û têkoşîna azadiya jinên cîhanê, semînerek lidarxist. Piştî semînerê fîlma muzîkal “Stranên Keziya Sor” ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn ve hatî çêkirin, hate temaşekirin û şano hate pêşandan.

Semîner ji aliyê endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Şemê Helîqî û Hevseroka Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê (MXDŞ) Cîhan Celo ve hate dayîn.

Cîhan Celo dîroka 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê vegot û heman demê de behsa jinên cîhanê û bi taybet jinên Êzidî çawa mafên xwe bi dest bixin kir. Cîhan Celo da diyar kirin ku ew weke jin ji herdemê bêtir nêzî azadiyê ne û got weke jin ew azadiya xwe bi azadiya fizikî ya Abdulah Ocalan ve girêdayî dibînin.

Şano hat pêşandin

Piştî nirxandinan Fîlmê muzîkal ya “Stranên Keziya Sor” ku ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn ve hatî çêkirin, hate temaşekirin. Her wiha ji Navenda Çand û hunera Stiya Nexşa jî Koma Şehîd Bîşeng ya Şanoyê derket ser dikê û şanoyek li ser rewşa jin ya di pergalê de û rêyên çareseriyên wan yên ji bo azadiyê nîşandan.

‘Emê xwedî li nirxên jiyana azad derbikevin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Fayiza Xelef li ser xebatên 8’ê Adarê nirxandin kir û got: “ Weke jinên Êzidî me gelek xebat dan meşandin. Dijminê me di vê demê de jî êrişê li ser axa me kir û di encama êrişê de hevalê me Sehdun gihîşt asta şahadetê. Em cardin sersaxî ji malbata heval re dixwazin û em dibêjin çi dibe bila bibe emê xwedî li nirxên jiyana azad derbikevin weke jin emê pêşengtiya civaka xwe bikin û bi xebat û çalakiyên xwe emê tola şehîdên xwe li erdê nehêlin.” Di dawî de jî Fazyiza Xelaf bang li her kesê kir ku berê xwe bidin şahiya 8 ‘ê Adarê.”

‘Bi tekoşîna xwe mafê xwe bistînin’

Welat Cano jî bi van gotinan 8’ê Adarê pîroz kir: “Berî hertiştî silavên min ji Rêber Apo re hene û em 8’ê Adarê li Rêber Apo û gerillayên azadiyê pîroz dikin. Weke jin emê bi tekoşîna xwe mafê xwe bistînin û emê bi fikrê Rêberê xwe civaka xwe jî azad bikin. Em bang dikin tevahî jinên Şengalê roja 8’ê Adarê berê xwe bidin baxçeyê Rêber Apo yê Geliyê Kersê.”