‘Em ê bi gel re texrîbatên ku qeyûman çêkirine çareser bikin’

Namzeda hevşeredariya Peyasa Amedê ya DEM Partiyê Bêrîvan Gulşen Sîncar diyar kir ku wê polîtîkaya li dijî çareserkirina texrîbatên ku qeyûman çêkirine, bi gel, sazî û bernameyan diyar bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Ji hilbijartinên herêmî re tenê çend roj mane, namzedên hevşaredariyên DEM Partiyê li Kurdistanê xebatên xwe bênavber berdewam dikin. Yek ji wan namzedan jî ya hevşeredariya navçeya Peyasa Amedê Bêrîvan Gulşen Sîncar e. Bêrîvan Gulşen Sîncar di sala 1976’an de li Êlihê ji dayik bûye, ji sala 1990’an ve heta niha têkoşîna xwe berdewam dike.

Bêrîvan Gulşen Sîncar di navbera salên 2014-2017’an de berdevkiya Meclisa Jinan a Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) ya Peyasê kiriye, di navbera salên 2017-2019’an de alîkara hevseroka rêxistina bajar a Amedê ya DBP’ê bû. Di navbera salên 2019-2023’an de erka xwe ya alîkariya hevserokatiya giştî ya DBP berdewam kir. Bêrîvan Gulşen Sîncar der barê girîngiya hilbijartinên herêmî û navçeya ku lê bûye namzed û der barê polîtakaya ku dê bide meşandin û xebatên xwe de ji ajansa me re axivî.

‘Hedefa me xwegihandina hemû beşan e’

Bêrîvan Gulşen Sîncar diyar kir ku Peyas xwedî nêzî 500 hezar nufûsê ye û li Amedê navçeya ku nufûsa wê herî zêde ye û got: “Hedefa em ew e em li navçeyê xwe bigihîjînin hemû beşan. Em ê polîtîkaya ji bo çareserkirina texrîbatên qeyuman, bi gel, sazî, bernameyên rast û bi hêz diyar bikin. Em ê bi ceribandinên hilbijartinên ji sala 1999’an heta niha tevbigerin. Em ê muhasebeya dema borî bikin, kêmaniyan di ber çavan re derbas bikin.”

Bêrîvan Gulşen Sîncar da zanîn ku bi sîstema hevserokatiyê, li dijî navendparêzî û aqilê mêrsalariyê, dixwazin modela şaredariya xwecihî, demokratîk û zelal bi hêz bikin û got: “Xeta modernîteya demokratîk, herî zêde cihê ku dikare xwe lê îfade bike rêveberiyên xwecihî û rêveberî ne. Di vî warî de tecrubeyên me yên xwe dispêrin bi salan hene.”

'Kooperatîf dê bibin yekane qadên me yên xebatê'

Bêrîvan Gulşen Sîncar, diyar kir ku ew ê bi rastiya jinan di hemû qadên jiyanê de yekane hêza kirdeyê derbikevin rê û polîtîkayên jinan li gorî vê yekê diyar bikin û wiha got: "Ji bo ku jin di beşa îdarî û rêveberiyê de jî bibin xwedî gotin û biryardayînê em ê hemû derfetan binirxînin.” Bêrîvan Gulşen Sîncar, da zanîn ku ji bo îstîhdamkirina jinan jî ew ê xebatan bimeşînin û wiha got: “Pergala kooperatîfan a em dikarin weke modela aboriya mîkro jî pênase bikin, wê bibe yek ji yekane qadên me yên xebatê.” Bêrîvan Gulşen Sîncar, diyar kir ku pirsgirêkên li şaredariyê derbikevin, wê bi meclisên ku gel jî di nav de cih digrin de çareser bikin û da zanîn ku di vê pêvajoyê de akademî, meclisên bajaran û xebatên kooperatîfê dê yekane xebatên wan bin. Bêrîvan Gulşen Sîncar, axaftina xwe wiha domand:

‘Ji bo jin ciwan û zarokan em ê xebatên baş bikin’

“Em difikirin ku hem ji bo jinan, hem ji bo ciwanan û hem jî ji bo zarokan pêvajoyeke xebatê ya xurt bi pêş bixin. Divê em bikaribin bi riya akademiyan pêşketina ku pêdivî pê heye ava bikin, bi kooperatîfan re qada îstîhdama aborî ava bikin, pergala xwe ya hilberînê ji nû ve bi pêş bixin, di meclisan de jî çanda xwe ya demokrasiyê li ser zemîneke xurtir ava bikin û veguherînin qadeke ku dirûşma 'Em dikarin bajarê xwe û xwe bi xwe bi rê ve bibin' lê bê jiyîn. Dema em şaredariyan dewr bigrin, em dizanin ku gelek pirsgirêkên em rû bi rû bibin hene. Em di ferqa vê yekê de ne. Em ê ji bo hemû pirsgirêkên ku derbikevin jî bi biryarên hevpar û planên hevpar li çareseriyan bigerin.”