Li Şengalê ji bo bibîr anîna cangoriyên azadiyê çira hat pêxistin

Ji bo bîranîna şehîdên fermana 2014’an de bi boneya cejna çileyê hevînê, saziya malbata şehîdan ya Şengalê li ser gorên şehîdan çiraya pîroz pêxistin.

Şengal - Bi pêşengatiya saziya Malbata Şehîdan ya Şengalê, bi boneya cejna Çileya Hevîn ya Êzidiyan duh şev li şehîdgeha şehîd Berxwedan û şehîd Dilgêş li ser gora hemû şehîdan çira hat pêxistin.

Hevseroka Meclîa Gel ya gundê Guhbel Meyan Salih diyar kir ku meha Tebaxê ji bo civaka Êzidî mehekî reş e ji ber ku ne tenê fermana dawî di wê mehê de pêk hatibû gelek pêşengên vê civakê bûn hedefa êrîşên dewleta tirk a dagirker û got: “Em îro hatine vir li ser gorên cengoriyên xwe, me çiraya xwe ya pîroz pêxstin. Dema DAIŞ’ê êrîşê me kir dîsa di vê cejnê de bû, ev meh ji bo me mehekî gelekî bi zehmeta û bi êşa. Mama Zekî, Mam Seyîd û gelek pêşengên me di vê mehê de hatin hedef girtin. Em hemûyan bi bîr tînin û bejna xwe li wan ditewînin.”