Dewleta Tirk a dagirker bi gefên xwe dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne

Endama Akademiya Kongeya Star Meqbûle Elo û Endama Komîteya Perwerdeyê Sekîne Mihemed, li ser mijara gef û êrîşên dewleta tirk a dagirker ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedefgirtina jinên pêşeng nêrînên xwe anîn ziman.

FERYAL MIHEMED

Heleb - Endama Akademiya Kongreya Star Meqbûle Elo û Endama Komîteya Perwerdeyê Sekîne Mihemed têkildarî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Heya xwe gihandina azadiyê emê di nav têkoşîn û berxwedanê de bin.”

“Dewleta Tirk a dagirker dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne”

Endama Akademiya Kongreya Star Meqbûle Elo derbarê gef û êrişên li ser heremên Bakûr û Rojhilatê Sûrî axivî û wiha got: “Di vê demê de dewleta Tirk a dagirker her dem bi gefên xwe bombebaranê li ser heremên me pêk tîne, bi taybetî li Şehba û Til Rifetê. Dewleta Tirk gelê berxwedêr dike hedef û dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne.”

“Em ê polîtîkayên qirkirinê têk bibin”

Meqbûle Elo bal kişand ser polîtîkayên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û wiha pêl da axaftinên xwe: “Ev şêniyên me yên li Şehbayê şêniyên Efrînê şêniyên xwedî erd in, xwedî nasname ne, xwedî însaniyetê ne. Hewl dide êrîşê koçberên Efrînê bike, şikestinek di wan de çêbike, lê ev şênî tu carî şikestinê qebûl nekir û dest ji berxwedana xwe bernadin. Wan Şehba kirin ciha berdewamiya berxwedaniyê. Em îro dibînin ku dewleta tirk a dagirker dixwaze hemu deverên ku Kurd lê dijîn dagir bike. Ev pêvejoya ku em tê de ne pêvejoyeke hesas e, ji ber ku encam yan hebûn e yan jî mirin e. Ev serdema qirkirinê ye lê em ê polîtîkayên qirkirinê têk bibin. Erdogan her dem dixwaze gelê Kurd bitirsîne lê em her dem li ser piyan e, em ê xwe biparêzin çanda xwe biparêzin ji bo em hebûna xwe mayînde bikin.”

“Çiqas dewleta Tirk gefan bixwe jî em ê bi tu derek ve neçin”

Endama Komîteya Perwerdeyê Sekîne Mihemed jî derbarê mijarê de nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Ev êrîş û gefên dewleta tirk a dagirker ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne nû ne, çavên dewleta Tirk timî li herêmên Kurdan e. Heya niha gefên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Em weke şêniyên Efrînê, her dem li ber xwe didin. Erdogan û çeteyên wî hemû deverên me yên dîrokî yên li Efrînê bi awayekî hovane xirab kirin, dixwazin îro li Şehba û Kobanê jî vê hovîtiyê dubare bikin. Em tu carî vê tiştê qebûl nakin û li hemberî wî ew ê bisekinin. Niha gefa dewleta Tirk a dagirker li ser Til Rifet û Kobanê jî heye dixwaze wan deran jî dagir bike.”

Sakîne Mihemed di dawiya axaftina xwe de bal li têkoşîna gelê azadîxwaz kişand û wiha got: “Em weke jinên Kurd bang li saziyên cîhanê dikin ku çareseriyek ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker re bibînin û em jinên Kurd soz didin ku em ê tu carî ji riya xwe venegerin, li ber xwe bidin heya ku em bigihîjin azadiya xwe.”