Li Şengalê ji bo 25 cangoriyên Fermana 74’an merasîm hat li darxistin

Li Şengalê ji bo bîranîna 25 cangoriyên fermana 2014’an ku 7 ji wan jin in, merasîm hat li darxistin. Malbatên şehîdan, ji rayedaran daxwaz kirin ku hemû cenazeyên cangoriyên wan bê dîtin da ku bikaribin li gorî baweriya xwe wan bispêrin axê.

Şengal – Li Şengalê piştî temamkirina xebatên naskirinê û lihevhatina DNA’yê cenazeyên 25 cangoriyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ji aliyê Bexdayê radestî malbatên wan hatin kirin. Ji bo bîranîna 25 cangoriyên fermanê li Bîrdariya Gundê Koço de merasîmek hat li darxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahiya cangoriyên  fermana 74’an hat girtin û navê 25 cangoriyên ku 7 ji van jin in hatin xwendin. Piştre, cenaze radestî malbatan hate kirin. Derveyî malbatên şehîdan, oldarên civaka Êzidî, nûnerên dezgeh û saziyên Şengalê û siyasetmedarên Iraqî beşdarî merasîmê bûn.

Yek ji beşdarvana merasîmê Leyla Celal, ku cenazeyê birayê wê jî di nava 25 cenazeyan de bû, ji ajansa me re axivî.

‘Em hestî û dîlgirtiyên xwe dixwazin’

Leyla Celal, di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ev 5 sal in cenazeyê birayê wê li Bexdayê bûye û wiha got: “Dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ji malbata min gelek kes li benda kontrolê ya Gundê Hardanê girtin. Bi salane hikûmeta Iraqê hestiyên şehîdên me dibirin Bexdayê û her carê komekê radestî malbatên wan dikin. Ji malbata min jî hestiyên 15 kesî bi salane li Bexdayê ye û îro cenazeyê birayê min tenê radestî me kirin. Em dixwazin hestiyên hemû şehîdên me bi hev re bidin me.  Bi vî awayî her carê ji nû ve birînên me vedibe. Em ê cenazeyê birayê min bibin Gundê Hardanê û bispêrin axê.”

Piştî malbata cenazeyên xwe girtin û cangoriyên xwe li Goristanên gundê Koço, Hardan, Tilbenat û Solaxê sipartin axê.

Hêjayî bibîrxistinê ye tevî ku 12 sal di ser Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an re derbas bûye jî ji sala 2021’an vir ve hejmara cenazeyên ku radestî malbatên wan hatine kirin 321 cenaze ne.