Li Îranê bi navê "Rahiyan-e Nur" xwendekar şandin herêmên şer

Tevî qedexeyên li ser tevlêkirina zarokan a di nava çalakiyên leşkerî de, Îranê herî kêm 200 xwendekarên Makûyê şand herêmên operasyonê yên berê. Ev pratîka ku zarokan dixe nava atmosferên îdeolojîk û şer, wekî binpêkirineke mafên zarokan tê qebûlkirin.

Navenda Nûçeyan – Herî kêm 200 xwendekarên ji navçeya Makûyê, di çarçoveya geştekê bi navê "Rahiyan-e Nur" de, ji bo herêmên operasyonê yên aydê Şerê Îran û Iraqê hatin şandin. Tê destnîşankirin ku ev kiryar li dijî berpirsyartiyên Îranê yên der barê mafên zarokan de ye.

Li gorî nûçeyên Dezgeha Weşana Komara Îslamî ya Îranê, xwendekar ji bo serdana herêmên operasyonê yên serdema şer hatin şandin. Di nûçeya hat weşandin de der barê temen, zayend û naveroka taybet a vê geştê de hûrgiliyên zêdetir nehatin dayîn.

Bi hezaran xwendekar ji bo herêmên şer hatine şandin

"Rahiyan-e Nur" yek ji wan bernameyane ku komên xwendekaran dibin herêmên operasyonê yên serdema Şerê Îran û Iraqê. Di salên dawî de gelek nûçe hatine weşandin ku bi sedan û heta bi hezaran xwendekar ên ji bajarên cûrbecûr yên welat ji bo van herêman hatine şandin.

Li gorî Peymana Mafên Zarokan û Protokola Vebijarkî ya têkildarî tevlîbûna zarokan pevçûnên çekdarî, kesên di bin temenê 18 saliyê de li hember tevlîbûna pevçûnên çekdarî û bikaranîna wan a wekî leşker xwedî mafên parastina taybet in. Protokol, leşkerkirina bi darê zorê ya kesên di bin 18 saliyê de qedexe dike û dewletan mecbûr dike ku pêşî li tevlîbûna rasterast a zarokan ya çalakiyên şer bigrin.

Zarok di çalakiyên leşkerî û îdeolojîk de tên bikaranîn

Di çarçoveya geştên "Rahiyan-e Nur" de şandina xwendekaran a ji bo herêmên operasyonê, wekî cureyekî bikaranîna zarokan a di çalakiyên leşkerî û îdeolojîk de tê dîtin.

Ev pratîka şandina xwendekaran a ji bo herêmên operasyonê, tevî raporên li ser çalakiyên bi vî rengî yên li parêzgeh û navçeyên cûrbecûr a di salên borî de berdewam dike. Her wiha hate diyar kirin di Kanûna 2025’an de bi hezaran xwendekarên ji deverên cûrbecûr yên welata ji bo van herêmên operasyonê hatine şandin.