Li Şengalê êrîşên dewleta Tirk hat şermezarkirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Însiyatîfa ciwanên Ereb û Desteya serok eşîrên Şengalê êrîşa dewleta Tirk ku îro di seatên nîvro de li nêzî kempa Serdeştê pêk anî şermezarkirin.

Şengal-Dewleta Tirk li nêzî kampa Serdeştê ya çiyayê Şengalê wesayîteke sivîl hedef girt û di encama êrîşê de li gor agahiyan dû kes birîndar bûne.  Bi êrîşê re gelê Şengalê herikîn cihê êrişê û bi daxuyaniyekê erîş şermezar kirin. Endamên meclis û saziyên Civaka Êzidî û Ereb bi daxwiyaniyekê bang li hikûmeta Iraqê kirin da ku  sînorekî ji  êrîşên dewleta Tirk de re deyine. 

‘Em ji gefên dewleta Tirk natirsin’

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edûl Şemo axivî û got : “Dewleta Tirk a dagîrker li hember berxwedaniya Gerîlla têk çuye û di hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê de jî derbe xwar lewma êrîşên xwe li ser Şengalê berdewam dike. Em wek xelkê Şengalê ji êrîş û gefên Erdoganê dagirker natirsin.  Ne tenê li çiya di hemû milan de Erdogan rastî şikestinêhatiye, di Hilbijartinan de jî bi sernektin ji ber van şikestina bûye mîna Gurê har û êrîşî her derê  dike.”

'Dewleta Iraqê li heber êrîşan bê helwest e'

Li ser navê İnsiyatîfa ciwanên Ereb Hesen Medîban daxuyanî da û got : ''Em êrîşên hovene  yên  dewleta Tirk a dagîrker ku bê navber li ser  hemû navçeyên Şengalê û hedefgirtina zarok û malbatên me em şermezera dikin.  Me gelek cara daxwaz kiriye ji cihên peywendîdar ji bo sînorekî  ji bo dewleta Tirk deyinin, lê heye nihe dewlet bê helweste li himber van êrîşan.  Di van êrîşa de bê navber  zarokên me tên hedefgirtin. Em dibînin ku  Erdogan jiber şikestina xwe ya di hilbijartinên Bakûr  veşêre êrîşî herderê dike.  Em ji Erdogan re dibêjin êdî bese û dawî li van êrîşa bîne eger liser van êrîşa berdewam be wê gel bi îradeya xwe sînor ji êrîşa re deyîne.  Li himber berxwedaniya gerîla li çiyayên Kurdistanê dewleta Tirk bê çare maye û derbeyên giran ji destê gerîla dixwe, li wir nikare pêş bikeve lê li heremêndi bin bi balefiran de êrîş dike.

Daxuyanî bi diruşmeyên “Bijî Berxwedana Şengalê” hate bi dawî kirin.