DEM Partî li Wan dê serî li YSK'ê bide

DEM Partiyê ragihand ku ew ê li dijî darbeya li dijî îradeya hilbijêrên Wanê serî li YSK'ê bidin.

Navenda Nûçeyan-Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Lijneya Hilbijartinê ya Wanê li ser fermana îktîdarê li dijî vîna gel darbe kir û mazbata bi awayekî ne rewa da namzetê AKP’ê Abdulahat Arvas. Lê belê pêvajo bi dawî nebûye. Hiqûqnasên me dê li dijî vê darbeya li dijî îradeya gel, sibe li YSK’ê îtîraz bikin. Hevserokên me yên giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê li pêşiya YSK’ê daxuyaniyê bidin. Heta ku em vê darbeyê vala derdixînin jî dê tevî gelê xwe heta tiştên aydê xwe distînin dê têkoşîna xwe bidomînin.”