Li Şehbayê salvegera 18'emîn a Kongreya Star hat pîrozkirin

Kongreya Star a Efrîn-Şehbayê salvegera 18'emîn a demizrandina Kongreya Star li Kantona Şehbayê bi şahiyek pîroz kir.

Şehba- Bi hatina salvegera 18'emîn a damezrandinê, Kongreya Star Efrîn-Şehbayê bi şahiyek li hola navçeya Ehdasa kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kirin. Di şahiyê de jinên ku cih di nav sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de girtine beşdar bûn. Hol bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pakrewanên jin hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyek rêz girtinê dest pê kir. Endamên kongreya Star ên beşdarî şahiyê bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin.

‘Xebatên me li ser bingeha azadiya jinan in’

Endama koordînasyona Kongreya Star Efrîn-Şehbayê Rîhan Elo behsa xebatên xwe yên di nava salekê de kir û wiha got: "Em 18'emîn salvegera Kongreya Star li tevahî jinan û li Rêber Apo pîroz dikin. Xebatên me her dem ji bo perwerdekirin û rêxistinkirina jinan in da ku jin bikaribin bibin hêza çareseriyê di nava civakê de. Li seranserê salên koçberiya li Şehbayê me hewl dida em xwe bigihîjînin hemû jinan û wan perwerde bikin. Di nava vê sala borî de Kongreya Star xebata xwe berfirehtir kir û Kongra Star Efrîn û Şehbayê bûn yek û bi hev re xwe bi rê ve dibin. Armanca me vi vê yekê ew e ku em yekitiya jinan li Şehbayê ava bikin, ji bo ku em karibin bibin bersiv ji hemû êrîşên ku jinan hedef digrin re. Em ê li ser riya pakrewanên xwe bimeşin û xebatên xwe li ser wê esasê bidomînin."

‘Kongra Star wê bibe bersiva herî mezin ji qirkirina jinan re’

Endama Kongreya Star Fatimê Remedan salevegera kongreya Star pîroz kir û ev tişt got: "Em salvegera demizrandina Kongreya Star li Rêber Apo û tevahî gelan pîroz dikin. Di nav şert û mercên koçberiyê de dîsa me hewl da em xebatên xwe bidin meşandin û tevahî jinên civakê bi rêxistin bikin. Em ê her dem fikir û felsefeya azadiyê belav bikin û civakek demokratîk ava bikin. Xebatên me dê li ser bingeha vegera Efrînê bidomîn. Kongra Star wê bibe bersiva herî mezin ji qirkirina jinan re."

‘Em ê azadiya tevahî jinên bindest misoger bikin’

Endama Kongreya Star Zeyneb Xelîl 18'emîn salvegera Kongreya Star pîroz kir û wiha anî ziman: "Em hemû endamên Kongreya Star in û ji bo azadiya jinan em tev digerin. Di sala 2005'an de Yekitiya Star hat avakirin û piştre xebatên xwe berfirehtir kir, bû Kongreya Star. Em kar û xebatên xwe jî li ser vê esasê didin meşandin û kûrtir dikin. Armanca me ew e ku zîhniyeta civakê bidin guhertin û zîhniyeta rast a wekheviyê bidin avakirin. Li hemberî pergalên koletiyê em ê rojane li kolanan bin û wê sîstemê red bikin. Em ê azadiya Rêber Apo û tevahî jinên bindest misoger bikin."

Di dawiya şahiyê de komên Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê yên stran û govendê derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin, şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.