150 malbatên li qampa Holê vedigerînin Musilê

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan ê Iraqê diyarkir ku biryara 150 malbatên ji wargeha Holê vedigerînin Musilê hatiye girtin.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan ê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku biryar derxistine ku wê 150 malbat ku piraniya wan jin û zarokin, ji wargeha Holê, vegerînin wargeha Cede ya li bajarê Musilê.

Di daxuyaniyê de dan zanîn ku gelek caran wezarat ji aliyê rêxistinên navnetewî ve hatine astengkirin û wiha gotin: “Em di dema girtina wargehan de, banga aramiyê dikin.”

Li gorî bilançoyan di nava wargehê de nêzîkî 70 hezar kesên ji nîjadên cuda tê de hene ku zêdetirî 30 hezar kesan, xelkê Iraqê ne. Ev qamp ji êrişên çeteyên DAIŞ’ê û Tirkiye re metirsiyek mezin e. Lewma Rêveberiya Xweser di vê çerçoveyê de bang li welatan kirin ku bi fermî welatiyên xwe vegerînin welatê xwe.