Li Şehbayê bandorên erdhejê û rêgiriya Şamê

Li Şehbayê ya penaberên Efrînê lê dijî ji ber erdheja li Bazarcix a Mereşê pêk hat gelek xanî hilweşiyan û gel di bin konan de dijî. Rêgirî û ambargoya hikumeta Şamê ya li ser heremê didomîne.

HESNA MIHEMED

Şehba - Di 6'ê mehê de li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7 û 7,6 erdhêj çêbû. Ev erdhêje bandor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê jî kir û gelek zirarên jiyanî bi xwe re avakir. Li kantona Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin zêdetirî 500 kes heya niha jiyana xwe ji dest dane û ev hejmar her ku diçe zêde dibe, bi hezaran kes jî di bin kavilan de windayî ne.

Li kantona Şehbayê ya ev çend meh in hikumeta Suriyeyê nahêle ku tu pêwistiyên jiyanî derbasî heremê bibe, ji ber ku herêmek beriya niha şer dîtiye gelek zirar gihiştiye malên wê, lewra bi erdhêjanê re gelek mal hilweşiyan û deh kes di encam de biîndar bûn. Bi hezaran kes ji Helebê ku ew jî ji erdhejê bandor bû berê xwe dane kantona Şehbayê ji bo ewlehiyê.

Malên li Şehbayê jî zirarê dîtine

Meyasê Ebdo behsa rewşa ku milet li Şehabyê tê re derbas dibe ji ber erdhêjanê û got: "Em ji Efrînê koç bûne û li Şehbayê bi cih bûne. Şehba herêmek ku berê şer tê de qewimiye û gelek zirar gihêştiye malên wê. Milet di malên wêrankirî de dijîn. Tevahî malên li vê derê ji ber êrîşan seqet bûne. Bi erdhejê re jî gelek mal hilweşiyan û di encam de birîndar jî çêbûn. Miletê Helebê derbasî gel me bûne em bi hev du re dibin alîkar û wan li cihên bi ewle bi cih dikin. Ev çend roj in em êvarê ji malên xwe derdikevin û narazin. Em her di nav metirsîyekê de ne ku erdhêjanek din çêbibe. Milet di erebeyan de dimînin û li ber sermayê heya sibehê rûdinin. Her kesekî li pêşiya mala xwe kon çêkiriye.”

Rêgirî û ambagro hê didome

Fehîma Henan a destnîşan kir ku ambargo û rêgiriya hikumeta Şamê ya li ser heremê hê didiome, li ser karesata erdhejê ya jiyane wiha got: "Ji ber Şehbayê herêmek şer tê de pêk hatiye gelek zirar gihêştiye erdnîgariya wê bi taybet mal hatine wêrankirin û gelek ji wan hatine ruxandin û seqet bûne. Milet di wan malan de bi cih bûne. erdhêja ku çêbûye jî malên heyî bi xwe re rûxand. Êdî milet newîre ku di malan de bimînin bi êvarê heya sibê em li derva ber sermayê dimînin hin jî di erebeyan de dijîn."

Xelkê Şehbayê deriyên xwe ji me re vekirin

Henîfa Arêf jî ku ji xelkê Helebê ye û ji ber metirsiya erdejek din a pêk were berê xwe daye Şehbayê wiha got: "Em li Şêx Maqsûd rûniştine lê ji ber erdhêjan me berê xwe da nav çadiran li Şehbayê. Ji ber li Helebê avahî hene û tê hilweşandin lewra em ji malên xwe derketin. Em ji xew hişyar bûn me dît xanî wê ser me de hildiweşe, me tenê zarokên xwe xilaskirin û em ji mal derketin. Em miletê xwe li Şehbayê spas dikin ku pêşwaziya me kirin û deriyên xwe ji me re vekirin Şehba jî xetere lê ne weke bajaran."