Gelê Semsûrê bertek nîşanî Walitiyê da: Ev sê roj e hûn li ku dere bûn?

Li Semsûra ku bajarekî mezin hilweşiya, gel li dijî nepêkanîna xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li walîtiyê kom bûn û li vir bertek nîşanî Wezîrê Gihandinê Adil Karaîsmaîloglu dan.

Navenda Nûçeyan- Semsûr di rewşekî bajarekî hilweşiyayî de ye. Li bajarê ku avahiyên giştî jî hilweşiya, avahiya şaredariyê jî hilweşiya. Tê diyar kirin ku li bajêr tu avahiyek ku zirar nedîtibe nemaye. Li gel li kolanan bendawariya xwe didomîne.

Xelkê ku kêliyek jî ji ber kavilan naçe, bi armanca ku xebata lêgerîn û rizgarkirinê nayê kirin heta li ber avahiya walîtiyê kom bûn. Gel, bi van gotinan bertek nîşanî Wezîrê Gihandinê Adil Karaîsmaîloglu da: “Ev 3 roj in hûn li ku dere bûn? Hûn hatin miriyên me?”

Wezîr piştî zêdebûna bertekan, bi parastina polîsan re avahiya walîtiyê terîqand. Bendewariya welatiyan a li ber walîtiyê didome.