Li Îzmîrê siyasetmedar û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin

Li Îzmirê di serdegirtinên malan de Dayikên Aştiyê jî di nav de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin.

 Îzmîr- Li Îzmîrê polîsan di saetên serê sibê de ser malan de girtin. Hat zanîn ku Dayikên Aştiyê û siyasetmedar jî di nav de herî kêm 13 kes hatine binçavkirin. Hate diyarkirin ku kesên hatin binçavkirin piştî kontrolên tenduristiyê birine Miduriyeta TEM'ê ya Çankayayê.

Navên hinek kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îzmîrê Mahsûn Koç, endamê Meclîsa HDP'ê Mehmet Sabrî Gul, rêvebera HDP'ê Hediye Korkut, Edîbe Sîncar, Gulîzar Dag, Nufusa Ataç, Famîle Ari, Elfedîn Kol û Dayikên Aştiyê Sûltan Yagmekan, Hanîfe Gumuş, Ayten Gulmez, Zeynep Çelîk, Fatma Surme.”