Şebnem Korur Fincancî: Em ê piştevaniyê mezin bikin

Şebnem Korur Fîncanci ya li Amedê di bîranîna bijîjk û xebatkarên tenduristiyê yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan de axivî wiah got, “Em ê piştevaniyê mezin bikin.”

Navenda Nûçeyan – Li Amedê xebatkarên tenduristiyê û doktorên di erdheja 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Platforma Tenduristiyê ya Amedê li ber kavilê Navenda Kar a Diyar Galeria ku 89 kesan lê canê xwe ji dest da bernameya bîranînê li dar xist. Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, endamên Konseya Navendî ya TBB’ê, Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Tûran, Serokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken û gelek xebatkarên tenduristiyê tev li bernameyê bûn. 

Şebnem Fîncanci di bîranînê de axivî û diyar kir ku di erdhejê de dikaribû pêşî li mirinan bê girtin û her çiqas pêşî li erdhejê nikaribe bê girtin jî lê pêşî dikare li mirinan, birîndaran û seqetiyan bê girtin. Şebnem Korur Fîncanci got diyar kir ku ji 100 kesî zêdetir hevpîşeyên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û bi ser 500 re jî xebatkarên tenduristiyê canê xwe ji dest dane û ew ê pergalek tenduristiyê ku li gorî ruhê hemû zindiyan be ava bikin. 

Fîncanci anî zaiman ku ewê xebatkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane îro li Rihayê jî bibîr bînin û axaftina xwe wiha temam kir: “Em ê piştevaniyê mezin bikin. Ev pergala  tenduristiyê ya jê re dibêjin reform em ê bavêjin zibaleya dîrokê. Em ê bi hev re pergalek tenduristiyê ya li gor hemu zindiyan bi hev re ava bikin.”

Piştî axaftinê beşdaran ji bo bîranîn qurbaniyên erdhejê qerenfîl danîn ber bariyerên li dora kavilên avahiyê û bername bi dawî bû.