Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê greva giştî didome

Niştecihên bajarên Rojhilatê Kurdistanê, tevlî greva giştî ya xwendekarên dibistan û zanîngehên Îranê bûn.

Mehabad - Tevî ku rejîma Îranê awayên curbecur ên zordariyê li dijî gel bi kar tîne jî serhildanên Îranê li seranserê welat berdewam dikin.

Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, hemû dikanên bazarê û dikandarên bajar, bi armanca piştevaniya bi greva giştî ya ku ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve hatibû organîzekirin, dest bi grevê kirin.

Tevî dorpêça tund a hêzên ewlehiyê li Rojhilatê Kurdistanê, serdegirtina malan û gefên li dijî çalakvanên sivîl, siyasetmedar, xwendekar û sendîkayên din, serhildan berdewam dike.

Li gelek bajaran xwepêşanderan agir pêxistin û dirûşmê li dijî rejîmê ji bo piştevaniya Kurd û Belûçiyan bilind kirin.

Xwendekar çalakiyên xwe didomînin

 Xwendekarên zanîngeha El-Zehra bi daxuyaniyekê, hatina roja xwendekaran li Îranê ku di 7’ê Kanûnê de ye, di demeke ku zanîngeh bûne navendên binçavkirinê de, ragihandin. Xwendekaran di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Zanîngeh veguherîne girtîgehê. Ma we nizanibû ku dengê xwendekarên daxwaza azadiyê û mafan dikin nayê birîn.”

Xwendekaran teqez kirin ku ew li dijî zilm, zordarî û kuştina xwepêşanderan di serhildana gel de têdikoşin.

Xwendekaran bal kişand ku tevî hewldanên desthilatdar û Besîc ji bo tepeserkirina xwepêşandanan bi girtina xwendekar û mamosteyan, dûrxistina wan ji zanîngehan û gefxwarin û jehrîkirina xwendekaran, ew ê li dijî sîstemê têbikoşin û mafên xwe bixwazin.