Xwendekara Afganî: Ez ji serhildanên Îranê hêz digrim

Xwendekara Afganî L.N. ku piştî ji aliyê Talîbanê ve hat jehrîkirin ji dibistanê hate dûrxistin, got ku ew ji jinên Îranî yên li dijî rejîma Îranê rabûne hêzê digre.

BAHARÎN LEHÎB

Kabul – Di 30’ê Îlonê de li paytexta Afganîstanê Kabulê, di êrîşa xwekujî ya li dijî qursa amadekariyê ya zanîngehê de herî kêm 53 kes hatin kuştin ku 46 ji wan zarokên keç û jinên ciwan bûn. Êrîşa xwekujî li piraniya parêzgehên Afganîstanê bû sedema pêleke xwepêşandanan bi pêşengiya xwendekarên keç. Tevî zextên Talîbanê jî jinên ciwan bê navber têkoşîna xwe didomînin. Talîbanê ji bo tepeserkirina xwepêşandana xwendekarên zanîngeha Kabulê, xwendekarên keç ên li yurdê jehrî kir û piştre jî wan xwendekaran ji dibistanê derxist.

Talîban xwendekar jehrî kirin

Di nav xwendekarên ku bi jehrê ji dibistanê hatin dûrxistin L.N. da zanîn ku ji ber ku wan dersînorkirina xwendekarên keç ên Zanîngeha Kabulê û qetilkirina xwendekarên keç ên di teqîna li Navenda Perwerdehiyê ya Kajê de pêk hat protesto kirin, jehr avêtine nava xwarinên wan. LN anî ziman ku wan dixwest roja piştî teqînê xwepêşandanekê li dar bixin û got, “Talîbanan wê şevê bêyî agahiya aşpêj tiryak li xwarinê zêde kirin da ku me bitirsînin û pêşî lê bigirin. Piştî xwarinê em bi jehrê ketin, piştre rakirin nexweşxaneyê, di wê demê de wêneyên me hatin kişandin û ev wêne li ser torên civakî hatin belavkirin. Ji ber jehrê 2 zarokên keç jiyana xwe ji dest dan." 

L.N. bal kişand ku piştî jehrîkirina wê ji zanîngehê hatiye avêtin û wiha got: "Tenê salek maye ku ez mezûn bibim, lê ferq nake ji ber ku rewşa herî xirab ew e ku werim girtin û li ber kamerayê îtirafên derewîn li ser min were ferzkirin. Ev yek li gelek jinan hatiye kirin. Jinên Îranî yên li dijî rejîmê daketine kolanan dîtin, hêzê dide min.”