Li Îranê malbat û mamosteyan: Wê dewlet hesabê bide

Li Îranê malbat û mamosta berpirsê bi jehrêketina xwednevanan hikumetê dibinin û diyarkirin ku ewlehiya xwendevanan nayê pêkanîn û gotin;’Wê dewlet hesabê bide.’

LARA GOHRİ

Mahabad- Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên gel ev bi mihane berdevam dike û piştgiriya gelek aliyan ya ji bo serhildanê jî didome. Di destpêkê de yên ku piştgiryê didin serhildanê mamosta û xwendevanin. Hikumeta Îranê ji bo serhildanê bi tepisîne û gel bitirsîne ji girtin û heta darvekirinê serî li gelek rêbazan dide. Herî dawî jî bi jehrîketina xwendevanan ji ber gaza kimyasal bû rojev. Li gelek dibîstanan malbat û xwendevan dersan baykot dikin. 

‘Ewlehiya xwendekaran nayê pêkanîn’

Li Pîranşehrê mamostaya dibîstana seretayî  Galavizh Mahmoudi diyarkir ku ji ber bûyerên bi jehrîketinê di navbera xwendevanan de xufek heye û wiha got: “35 Xwendevanên min hene, dema ku êrîşa bi jehrêketina kimyasal li dibîstanan belav bûyî heta niha dengek herî biçûk bala wan dikêşe û dîqata wan belav dibe, ditirsin û dest bi girî dikin. Rêveberiya dibîstanê ewlehiya xwendekaran pêknaynîn. Mamosta û xebatkar jî weke zarokan di metirsiyê dene. Rê nadin ku em bejin em nakevin dersan.” Galavizh Mahmoudi banga baykotkirina dersan li hemû malbat û xwendevanan kir.

‘Wê dewlet hesabê bide’

Malbata xwendekaran Ronak Majidian destnîşan kir ku berpirsê bi jehrêketinê hikumete û wiha got: “Ji derveyî kovara Îslamê wê kî rê bide ewqas zilim li van zarokan were kirin. Ger ev karê komên cûda be çima kiryar nayên ditîn. Dûh zarokên me ji dibîstanê revandin xistin girtîgehan, îro jî dixwazin bi xeniqînin. Ji ber bingehê vê sîstemê ev nesil û ev zarokane pêktînin. Heta ku dewlet hesabê nede, ez zarokên xwe rênakim dibîstanê, lê belê ez rê nadim ji perwerdeya xwe paş de bimînin, ezê alternatif ava bikim.”