Dîroka bernameya Newroza 2023’an diyar bû

Dîroka çalakiyên Newrozê yên ku tê amadekirin bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî" li 43 navendan bên lidarxistin, hatin diyarkirin.

Navenda Nûçeyan- Cejna Newroza 2023’an îsal bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê re azadî” tê lidarxistin. Di Deklerasyona Newrozê ya ku di 10’ê Adarê de li Amedê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê hat ragihandin de, hat gotin ku Newroza îsal diyarî mexdûrên erdheja îsal ku navend Mereş e hat kirin.

Agirê yekem li Şemzînanê tê vêxistin

Her wiha bernameya Newroza 2023’an a ku tê plankirin îsal li 43 navendan bê lidarxistin jî hat eşkerekirin. Di çarçoveya bernameyê de di navçeya Şemzînana Colemêrgê wê di 15’ê Adarê de cara  yekem agirê Newroza 2023’an were vêxistin. Bi boneya salvegera Komkujiya Helebçeyê wê di 16’ê Adarê de çalakiyên bîranînê bên lidarxistin.

Fînala Newrozê wê di 21’ê Adarê de li Amedê be

Ji ber ku 17’ê Adarê di roja 40’emîn de ye ku erdhejên navenda wê Mereş e pêk hatin, çalakî nayê lidarxistin. Fînala Newrozê wê di 21’ê Adarê de li Amedê bê lidarxistin. Ji derveyî 43 navendan wê li hemû parêzgeh, navçe, gund û bajarokan agirê Newrozê bê vêxistin û şahî bên lidarxistin. Dem û bajarên ku Newroza 2023’an lê bên lidarxistin wiha ne:

18’ê Adarê

Colemêrg, Xarpêt-Dep, Agirî-Panos, Mûş-Kop, Aydın-Germencik.

19’ê Adarê

Stenbol, Wan, Mêrdîn-Qoser, Colemêrg-Gever, Dêrsim, Çewlîg, Êlih, Sêrt, Îdir, Mûş, Enqere. Mêrsîn, Antalya, Îzmîr, Aydin, Mugla, Denîzlî, Manîsa, Bursa, Tekîrdag, Balikesîr, Kocaelî-Gebze, Agirî-Bazîd, Bedlîs-Tetwan, Sakarya-Arifiye

20’ê Adarê

Qers, Agirî, Erdexan, Mêrdîn-Nisêbîn, Erzirom-Qereyazî

21’ê Adarê

 Amed, Şirnex-Cizîr, Riha-Wêranşar, Çanakkale.